RIHA – Li Pirsûsê polîsan êrîşî meşa ber bi sînorê Kobanî ve kir, ciwanan li ber xwe dan. Hemû kolanên Pirsûsê veguherî qada berxwedanê. Di navbera ciwanan û polîsan de pevçûnên dijwar diqewimin.
Tevî gaza rondikrêj û berfa zêde ya li navçeyê, bi deh hezaran kes hewl didin ku bi rêya kolanên bigihîjin sînor.



