Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

KCK: Daxistina Ala Tirkiyeyê Provokasyon e

Edîtor: Nucan Serdoz
22/01/2026 - 11:03
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Daxistina Ala Tirkiyeyê Provokasyon e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê daxistina ala Komara Tirkiyeyê provokasyon e. Di rojekê de ku li Rojava êrişên dagirkerî û xalîkirina ji Kurdan ên çeteyên HTŞ’ê yên bi palpiştiya Tirkiyeyê hebû, vê provokasyonê bal kişand. Êrişa li ser Kurdan a li nava sînorên Sûriyeyê di heman demê de hewldanek ji bo sabotekirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk e ku Rêber Apo bi sebir dimeşîne. Diyar e ev provokasyona alê jî weke dewama vê sabotajê hatiye kirin. Piştî daxistina vê alê ji dîrekê, daxuyaniyên rayedarên hikumetê û şêweyê weşandina vê bûyerê ji aliyê çapemeniyê ve, şovenîzma dijminatiya li Kurdan mezin kiriye. Bi xwespartina li vê provokasyonê dijminatiya li Kurdan hatiye sorkirin. Di atmosfereke bi vî rengî de ku dijminatiya li Kurdan ewqasî hatiye sorkirin, gelo wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk çawa bê pêşvebirin? Li dijî piştgiriya civakî ya li pêvajoyê sabotaj hatiye kirin ku pêvajo divê bi piştgiriya civakî bê meşandin.

Piştî vê provokasyona alê yekser DEM Partî weke hedef hate nîşandan ku ev yek jî nîşan dide ku ev provokasyon weke parçeyek ji komployekê hatiye kirin yan jî dane kirin. Eger li Tirkiyeyê wê provokasyonek bê kirin, amûra herî bi bandor a vê yekê jî her tim bûye al. Di dîroka Tirkiyeyê de beriya êrişên li ser gelê Kurd, êrişên li ser nasnameyên cuda yan jî hêzên şoreşger, provokasyonên alê hatine dîtin.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd me her tim êrişên li ser alê yan jî nirxên cuda şermezar kirine. Rêber Apo jî her tim aniye ziman ku ew li dijî her cûre êrişên li ser ala komara Tirkiyeyê ye, her tim li pêşberî nirxên gelê Tirkiyeyê bi hurmet bûye. Dewleta Tirk jî, derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê jî vê helwesta me zanin. Lewma piştî vê provokasyona alê hedefnîaşndana tevgera me, DEM Partî û Kurdan nîşan dide ku ev yek bi mebest hatiye kirin.

Bikaranîna ala komara Tirkiyeyê weke amûrekê li di êrişa lid ijî gelê Kurd, ciwanan û DEM Partiyê de heqaret li ala komara Tirkiyeyê bi xwe ye. Al ku li Tirkiyeyê nirxek e, divê ji bo armancên bi vî rengî yê nebaş neyê bikaranîn. Ev yek eşkere ye; piştî vê provokasyona alê gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî hedef hatine nîşandan. Li Tirkiyeyê dema ku bûyereke bi heman rengî dibe tê gotin, karê meczûb e. Lewma daxuyaniyên têne dayin, weşanên têne kirin tekez meqsedekê radixe pêş çavan. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, di atmosferekê de ku nîqaş li ser pirsgirêka Kurd tê kirin, ev nêzîkatî nîşan dide ku gotinên xwişk-biratiya Kurd û Tirkan ên desthilatdariyê bê wate ye. Bi dehan mirov hatine girtin, dibêjin wê bi dehan jî bêne girtin! Eşkere ye ku ev yek li dijî civakekê ye.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê û rayedarên dewleta Tirk bi bilevkirina vê provokasyona alê dibêjin, ’em ê hesab bipirsin’. Sorkirina mijara alê di vê astê de nîşan dide ku xwedî armancekê ye. Tê dîtin ku dewleta Tirk bi vî rengî polîtîkaya xwe ya têkildarî Sûriyeyê mafdar nîşan bide. Encameke yekser a vê yekê jî sabotekirina piştgiriya civakî ya li pêvajoya aştî û civaka demokratîk e.

Gelê me li hemberî provokasyonên bi vî rengî her tim bi berpirsyarî tevgeriya û di vê bûyerê de jî li gel êrişên şovenîst bi berpirsyarî nêzîk bû. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî divê li hemberî bûyerên bi vî rengî bi berpirsyarî nêzîk bibe û armanca yên dixwazin provokasyonê bikin pûç bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Li Ewropayê Piştgiriya Xwe Ya Ji Bo Rojava Didomînin

Nivîsa Pêş

Xwendekarên Silêmaniyê Ji Bo Rojava Çalakî Li Darxist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Xwendekarên Silêmaniyê Ji Bo Rojava Çalakî Li Darxist

Xwendekarên Silêmaniyê Ji Bo Rojava Çalakî Li Darxist

YJA Star: Helwesta Tevlîbûna Pêvajoyê, Helwesta Ziyad, Denîz û Feraşînan e.

YJA Star: Helwesta Tevlîbûna Pêvajoyê, Helwesta Ziyad, Denîz û Feraşînan e.

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.