ÊLÎH – Li Êlîhê, ciwanên welatparêz îro bênavber li dijî êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava çalakiyên xwe yên protestoyî berdewam kirin. Ciwan li gelek deverên bajêr daketin kolanan û ew veguherandin qada berxwedanê. Li bajêr, ku şer û pevçûnên dijwar lê hene, çalakî her roj mezin dibin.



