NAVENDA NÛÇEYAN- Komek ciwanên navçeya Mexmûr ya ser bi Mûsilê serdana çalakiya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî kir û piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana Rojava anî ziman.
Komek ciwanên navçeya Mexmûr serdana çalakiya piştgiriya ji bo Berxwedana Rojava li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî kir, piştevaniya xwe ya ji bo gelê Rojava anî ziman.
Ciwanan peyamek da û bang li hemû Kurdan kir ku bi yek dengî rabin ser xwe berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê.



