RIHA – Bi hezaran ciwan û gel li Wêranşarê kom bû û li dijî êrişên ser Rojava meşê li dar xist.
Li dijî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Wêranşar a Rihayê bi pêşengtiya Ciwanan û bi tevlibûna hezaran kesan meş hat lidarxistin. Meş, li ser Cadeya Karacadagê hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Her wiha çalakvanan pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” û “Rojava xeta me ya sor e” hilgirt.



