NAVENDA NÛÇEYAN – Li Silêmaniyê, ciwan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin, daketin kolanan. Bi rojan e ciwan li Silêmaniyê bênavber xwepêşandanan li dar dixin da ku piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan bidin. Îro jî ciwanan bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana QSD’ê” meşiyan.



