FRANKFURT – Li bajarê Frankfûrt ê eyaleta Hessen a Elmanyayê, ji aliyê ciwanên Enternasyonalîst, TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û Teko-JIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) ve li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava meşek mezin hate organîzekirin.
Êvarê, bi deh hezaran kes li ber Frankfurtê Hauptbahnhof (Îstasyona Trenê ya Navendî) kom bûn û ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşger deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştî vê yekê, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn û komkujiyên ku ji aliyê serokê HTŞ’ê Colanî û milîsên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li Rojava hatine kirin, hatin şermezarkirin û êrîşên ku bi piştgiriya dewleta Tirk hatine kirin hatin şermezarkirin.
Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî Berxwedana Rojava!”, “Katil Colanî!”, û dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava hatin qîrkirin. Dostên Kurdan, li kêleka gelê Kurd sekinîn, peyama têkoşîna yekgirtî li dijî êrîşên faşîst şandin. Girse ji xalên navendî yên bajêr ber bi Meydana Römer ve meşiya.
Xwepêşandan bi daxuyaniyek çapemeniyê ya dawî li Meydana Römer bi dawî bû. Lêbelê, li şûna belavbûnê, ciwan vegeriyan Frankfurt Hauptbahnhof û dirûşme qîr kirin. Piştre ji aliyê hêzên polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî destwerdana polîsan jî, ruhê berxwedanê neşikest; dirûşme zêde bûn û tevî dorpêça polîsan jî helwestek bi biryar hate parastin.
Beşdaran xwestin ku berxwedana li Rojava li her derê were berfirehkirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku êrîşan rawestînin. Hêza hevgirtinê ya li Ewropayê li dijî êrîşên li ser şoreşa Rojava û destkeftiyên gelê Kurd careke din hate nîşandan.
Bijî berxwedana Rojava!
Bijî Kurdistan!



