NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete yên ku li Kobanê şikestineke dîrokî xwarine, êrîşên xwe yên tolhildanê didomînin û ev êrîş bi piştgiriya Tirkiye û hin hêzên cîhanî pêk tên.
Ciwanan diyar kirin ku ew bersiva banga seferberiyê didin, ji ber berpirsiyariya parastina rûmeta gelê Kurd tevdigerin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevgirtina bi Rojavayê Kurdistanê re dê were xurtkirin û di hemû astan de piştgirî ji bo berxwedanê were pêşkêş kirin.
“Wekî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, me biryar da ku tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin. Wekî ku tê zanîn, dilê Kurdistanê Rojavayê, Rojavayê Kurdistanê, careke din di bin êrîşên çeteyan û dijminên azadiyê de ye. Rojava Kurdistan rastî êrîşên tolhildanê yên çeteyên ku di dîroka xwe de li Kobanî têkçûna herî mezin xwarine tê. Ev êrîş bi piştgiriya Tirkiye û hêzên cîhanî têne kirin. Bi bersiva banga Fermandar Mazlum Ebdî, em radigihînin ku em ê bi dil û can rûmeta gelê Kurd biparêzin. Em ê sînoran hilweşînin û piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.”



