NAVENDA NÛÇEYAN- YCWK daxuyaniyek nivîskî weşand û silav da gelê Rojava ku li dijî êrîşên li ser Rojava ji bo hebûna xwe têdikoşe û bang li hemû ciwanên Kurd ên welatparêz kir ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava.
Daxuyanî wiha ye:
Ji bo Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê;
Wekî ku tê zanîn, ev çend roj in êrîşên topyekûn ên bi armanca jiholêrakirina Rojava têne kirin. Eşkere ye ku ev êrîş beşek ji komployeke navneteweyî ya li dijî gelê Kurd in.
Em li YCWK dibêjin ku bersiva herî guncaw ku em dikarin bidin hêzên li pişt van êrîşên paqijkirinê, di serî de dewleta Tirk, berxwedan e.
Wekî gelê Kurd, her tiştê ku me heta niha bi dest xistiye bi berxwedanê hatiye bidestxistin. Di van demên ku hemû destkeftiyên me di bin gefê de ne, tiştê ku ji me tê hêvîkirin berxwedana tevahî ye. Îro roj e ku her Kurdekî bi rûmet, her kesê ku xwe mirov dibîne, li dora şoreşa Rojava bibin yek.
Em wekî YCWK, gelê Rojava yê ku li dijî van êrîşên hovane ji bo hebûna xwe têdikoşe silav dikin. Em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku li kêleka şoreşa Rojava bisekinin.



