AMED – Polîsan êrîşî meşa ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li Amed hatibû lidarxistin kirin. Li hember astengî û êrîşan, girse ji Parka Koşuyolu û kolanên alî meşiya.
Platforma Saziyên Demokratîk bi vê meşê êrîşên ku ji aliyê HTŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên protesto dike. Meşa ku hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çiğdem Kılıçgün Uçar û Keskin Bayındır, her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan beşdar bûn, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Piştî vê yekê, girse ji Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu meşiya û dirûşme kirin.
Di êrîşa gaza îsot a polîsan de çend welatî bêhiş bûn, lê meş berdewam dike.
Ciwanên ku li kolanên alî yên bajêr kom bûn jî meşa xwe didomînin. Meş ji gelek kolan û rêyên bajêr berdewam dike.



