MÊRSÎN – Meclîsa Ciwanan a Mêrsînê ya Partiya DEMê êrîşên çeteyên HTŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê bi meşekê protesto kirin. Ciwan li ber Nûnertiya Taxa Demîrtaş a Partiya DEMê ya li navçeya Toroslarê kom bûn û pankartek bi nivîsa “Rojava xeta me ya sor e” vekirin û 3 kîlometreyan ber bi ofîsê ve meşiyan.
Di rê de, xelkê herêmê bi çepik û tîlîlîyan ji malên xwe piştgirî da meşê. Di tevahiya meşê de marşa “Çerxa şoreşê” hat gotin û gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Li çiyayan nenêrin, Apoyî li her derê ne” û “Gelê Kurd li ser piyan e, li meydanê ji bo gelê xwe ye” hatin berzkirin.


