REQA – Hêzen Ewlekariya Hundirin ku ji bo ewlehiya Reqayê dewriyê davêjin, gel li ser gef û dezenformasyonên (xepandin) zêde yên li herêmê agahdar dikin. Şervanan, destnîşan kirin ku HTŞ û çeteyên dewleta Tirk û HTŞ hewl didin bi nûçeyên derew gel bitirsînin û gotin, “Divê gelê me hişyar be, em li vir in. Baweriya xwe bi gotinenku dibêjin dijmin ketine Reqa û Tebqayê neynin”, û tekez kirin ku ewlehî û berxwedan berdewam dike. Şervanan, di vê serdema ku gel hewceyê moralê ye de girîngiya yekîtiyê destnîşan kirin û diyar kirin ku ew ê li her goşeyekî herêmê şer bikin.
Bi gotinaa “Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin”, wan biryardariya xwe ya berfirehkirina berxwedanê li herêmê dubare kirin.



