TÜBİNGEN/REUTLİNGEN – Endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji Tübingen û Reutlingenê ji bo şermezarkirina zilm û komkujiyên li Rojava û Rojhilatê xwepêşandan û meşek li dar xistin.
Endamên ciwan ên TCŞ’ê di tevahiya xwepêşandanê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava û Rojhilat” berz kirin, bi vî awayî peyama piştgiriyê dan gelê Rojava û Rojhilat. Her wiha pankartên bi nivîsa “Rojava xeta me ya sor e” bilind kirin.
Ciwanan bi nivîsandina sloganan li ser dîwaran û zeliqandina stikeran çalakiya xwe domandin û dû re pankartên xwe bi meşaleyan li ser pirê daliqandin. Endamên TCŞ’ê di daxuyaniyên xwe de gotin, “Em edaletê dixwazin û em daxwaz dikin ku dengê me were bihîstin” û çalakiya xwe bi dawî kirin.



