COLÊMERG – Li gundê Darê yê navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanan li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek li dar xistin. Ciwanan bi qîrîna dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” û pêxistina fîşekên hewayî meşek meşaleyî li dar xistin. Meşa ku li gund dest pê kir, heta balafirgehê berdewam kir.
Meş bi qîrîna dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.



