ENQERE – Li taxa Tuzluçayir a navçeya Mamak a Enqerê, bi pêşengiya Saziyên Demokratîk, meş û daxuyaniyek girseyî li dijî komkujiyên ku ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirin, hat lidarxistin. Gelek ciwan û her wiha gel beşdarî meşê bûn.
Polîsan bi danîna barîkatan hewl da ku pêşî li meşê bigire. Lê belê, ji ber berxwedan û israra girseyê, barîkat hatin şikandin û meş dest pê kir.
Meş bi meşale û dirûşmeyan berdewam dike.



