Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Nasnameyên 5 Şehîdên Şêxmeqsûdê Hatin Eşkerekirin

Edîtor: Nucan Serdoz
14/01/2026 - 13:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 14 mins read
A A
Nasnameyên 5 Şehîdên Şêxmeqsûdê Hatin Eşkerekirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN  – Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundkrîn bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 5 fedayiyên berxwedana Şêxmeqsûdê aşkera kirin.

Daxuyanî wiha ye:

’’Em di serî de fedayiyên gelê berxwedêr; Denîz Çiya, Hawar Qendil, Rojbîn Hesekê, Dilbirîn Qamişlo û Feraşîn Efrîn ku di berxwedaniya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi awayekî fedayane gihîştine şehadetê bi bîr tînin. Li bermberî têkoşerîna wanya bêhempa bejna xwe ditewînin. Di serî de ji mîmarê azadiyê Rêber Apo, malbatê wan yên qehremanên tolhildêr û hemû gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.  Ji 6’ê Çile ya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û  bi erêkirina hêzên hegemon re, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta veguhêz ya HTŞ’ê êrişekî dermirovî dane destpêkirin. Li hemberî 2 taxên biçûk her cûre çekên hewayî û bejahî  hatiye bikaranîn. Li beramberî van êrişan, fermandar û şervanên me roja destpêkê ve ji sekna xwe ya ku teslîmiyetê qebûl nake, tawiz nedan û li ber xwe dane. Di vî şerê rûmetê de fedaiyên hemdemîn Denîz, Hawar,  Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn bi biryardariya serkeftinê di çeperên herî pêş de cihê xwe girtine. Di vî şerî de bi bîr û baweriya ku di şexsê xwe de zivirandine vîna tolhildanê re, ji aliyê çeteyên dewleta dagirker ve şerê taybet û polîtîkayên qirkirinê yên ku li dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyan tê meşandin re bûne  bersiveke mezin. Bi moral, coş û kelecanek mezin tevlî cenga rûmetê bûne û bi vê sekna xwe di gel de manewiyatekî mezin ava kirine. Bi  derfetên pir kêm û bi çekên xwe yên ferdî re, ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re pêşengtî kirine û bi çalakiyên cûr be cûr re gelek êrişên çeteyan şikandine.  Di nava taxên Eşrefiyê û Şexmeqsûdê de bi bihost, bihost  xwe kirine mertalên tola hezaran salan û dijminê dagirker bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadi’  re bibin xistine.

Li beramberî vê hêza gel ku di şervan û fermandarên  pêşeng de şênber bûye, dijminê dagirker yê ku  bi hişmendiya xwe ya cîhadist ji bo cîhanê xetereyekî mezin ava dikin, piştî ku dibînin nikarin li beramberî Egîd û Arînên vî gelî bisekinin, serî her cûre pêkanînên dermirovî didin. Kêleka teknîka bejahî û hewayî,  bi hezaran çeteyên ku çi exlaqê mirovî û şer, nas nakin bi gazên jehrê û pêkanînên her awayî êrişî rûmeta vî gelî dikin. Her çiqas van çeteyan, dora şervan û gelê berxwedêr dorpeç kiribin jî fermandarên me yên hemdemin ji sekna xwe ya serhildêr tawiz nadin û heya kêliya dawiyê parastina nirxên  gelê xwe kirin.

Fermandarê vê taxima  fedaî, Hawar Qendîl e; Hawar Qendîl di destpêka şer de bi motivasyona xwe ya bilind ku moralê xwe felsefeya ku tu caran bin nakeve Rêber Apo digre, hemû hevalan re dibe hêza moralê. Hemû heval bi xwestek û wêrekiyek mezin cihê xwe di vî şerî de digrin. Fermandar Hawar li gor şerê bi tevger rêhevalên xwe bi cih dike. Her hevalek cihê ku çeper digre xwe dike sengereke ku qet neyê derbaskirin. Biryardariya Hawar biryardariya taximê ye. Piştî şereke pir dijwar fermandar Hawar birîndar dibe. Dema ku van fedayiyên hemdemîn dibînin ku fermandar Hawar birîndar dibe, lê dev ji sengera xwe û rêhevalên xwe bernade, yekser fedayî Denîz fermandariyê hildigre li ser milê xwe û li gor rêveçûna şer, bi  taxima xwe re şer dike. Di nava vî şerî de yekser bi koordîneya şer re tekmil dide û talîmatan  pêk tîne. Dema ku şer dijwar dibe û edî cihê ku lê senger girtine tangav dibe fermandar Denîz yekser bi koordîneya şer re van gotinên dirokî bilêv dike;

‘’Di van kêliyan de dijminê ku bi feraseta cîhadîst ku ji bo hemû cîhanê û gelên heremê bi taybetî ji bo jinan xetereyeke mezin ava dikin, derdora me bi tangên mezin dorpeç kirine. Hejmareke pir zêde çete êrişî me dikin, heya niha me pir awayên cuda, li hemberî wan çalakî pêş xistin lê belê niha em cebilxana ku heyî ji bo neqede bi tedbîr bi kar tînin. Ji xwe pêwîst e hemû heval û gelê me bizanibin çi dibe bila bibe em ê heya henaseya xwe ya dawî şer bikin.  Bangawaziyên teslîmiyetê li me tên kirin, lê çawa ku Zarîfe û Besêyan ji latên Dêrsimê xwe avêtin, Rindêxanan Pira Malabatî de dawiya jiyana xwe anîn û jiyan ava kirin, em jî tu caran ji berxwedaniyê paş de gav neavêjin. Niha li gel me hemûyan bombeyeke ku me rakirî heye. Ger ku em bizanibin êdî cebilxaneya me dawî bû, em her 5 heval yê bi hev re dijminê  dagirker ku her cûre pêkanîn li ser rêheval û gelê me de anîne çalakiya canbexşane pêk bînin. Çi dibe bila bibe, tu tişt ji rûmeta gelê me parastinê girîngtir nîne. Yên ku di demê pêwîst de mirinê nedin ber çavan nikarin bibin henaseya jiyana azad’.

Nasnameya şehîdên ku ji bo me bûne mîrateya jiyana azad;  Fermandara me Denîz Çiya eslê xwe ji bajarê Efrînê ye, lê li bajarê Şamê ji dayik dibe.  Bi çanda welatparêzê ya Efrinê mezin bûye.  Malbata wê gelek bi nirxên civaka xwe û axa xwe ve girêdayî ye. Kesayeta wê  bi xweşikbûnên Efrîna rengîn tê xemilandin. Hîn di zarokatiya xwe de li ser çanda exlaqî û polîtîk tê mezinkirin. Wek zaroka malê ya tenê bi heskirinek mezin, tê mezin irin. Qasî nazerine, ewqas jî xwedî kesayetekî bandorkere ku derdora wê her civat çêdibin. Xwendevanekî jîr e, li ser sosyolojiya jin û civakê lêhûrbûnên kur dike. Hîn di temenekî biçûk de, rastiya doza gelê Kurd û doza heremê nas dike û xwe bi fikrê Rêber Apo re dike yek. Bi taybetî êrişên dagirker yên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Şehba û Minbicê, di  rêhevala me de kîneke mezin dide avakirin. Rêheval Denîz li ser armanca ku bibe jineke azad ku civaka xwe re pêşengtî bike di sala 2024’an de tevlî refên têkoşînê dibe. Dem di rêhevala me de zû wate dibe û bi kêliyan de xwe mezin ava dike. Jin, xweza û gerdûn li gel hevala me di nava hevsengiyekê de dibe zimanê jiyanê. Ji bo vê jî jiyana Rêber Apo ava kiriye pir hes dike û dixwaze seknekî sosyalîst di xwe de ava bike ku bibe bersiva hemû pirsgirekên ku di heremê û di Rojhilata Navîn de tê jiyankirin. 

Fermandar  Hawar  Qendîl li  bajarê Kobanê ji dayik dibe.  Hîn di zarokatiya xwe de dibe şahidê şoreşê û rastiya gelê xwe yê sotîner ku bê nasnameye, dinase. Di malbatekî kedkar û welatparêz de mezin dibe. Bi keda xwe ya jiyanê re li her derê ku lê ye pir tê heskirin. Bi hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê re gelek caran rû bi rû dimîne. Û li beramberî hemû êrişên dagirkeriyê sonda berxwedanê dide.  Ev kesayetê kedkar  ku rastiyên jiyanê, temenekî biçûk de nas kiriye wek fermandarekî dizivire kesayetekî xwînsar, otorîter û  bi biryar, ji bo vê her cihê ku fedayî Hawar  lê ye, bi rola pêşeng radibe.  Beriya tev li nava refên têkoşînê jî bibe di gelek kar û xebatên şoreşê de cih digre. Lê piştî êrişên dagirkekiyê yên li dijî Şehba û Minbicê, biryara xwe ya têkoşînekî bêhempa dide û di sala 2024’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe.  Taktik afrêneriya rêhevalê me û girêdana wî ya nirxên civakê, di hevalê me de hêza moralekî mezin çêdike. Cihê ku Hawar heyî hemû hevalên wî digotin li wir binketin nabe. Ji ber Hawar kesayetekî ku bi hebûna xwe dibû çareseriya hemû pirsgirêkan. 

Fedayî  Rojbîn Amara, li bajarê Hesekê jidayik dibe. Di nava malbatekî welatparêz de, ji eşîra sorkî ku girêdayî çanda dayik de tê mezinkirin.  Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re fikrê Rêber Apo nas dike. Ji bo şoreşa ku fikrên Rêber Apo hatiye afirandin, biparêze di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Bi fikrê Rêber Apo yê derbarê jinê de kesayeta xwe danehev dike. Bi kelecaneke mezin tevlî hemû xebatên bîrdozî û leşkerî dibe. Qasî ku dîrokê lêkolîn dike hêrsa wê ya li beramberî dijminê gelê Kurd zêdetir dibe. Kesayeta xwe li ser zanebûna dijmin danehev dike û xwe ava dike. Bi  sekna xwe ya wêrek û ji xwe bawer dibe pêşenga jiyana bi wate.

Fedayî Dilbirîn Qamişlo, li bajarê Dirbêsiyê jidayik dibe. Ji eşîra Omeriye ku wek eşîr bi têkoşîna xwe ya dijî dijminê xwînxwar  tên naskirin.  Di nava malbatekî xwedî nirxên kal û babirên xwe derdikevin de mezin dibe. Hîn di zarokatiya xwe de rastiya şehîdên qehreman nas dike û ev li ser kesayeta wî bandoreke mezin ava dike. Ji ber kesayeta xwe ya dilnizm û pakbûna dilê xwe jiyanê hembêz dike. Xeyalê wî ew bû ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih digrin, bi hev re jiyanekî hevbeş bê ku her roj bên qetil kirin jiyan bikin bû.  Bi xeyalê jiyana azad û wekhev, ji bo sosyalîzma Rêber Apo fêm bike di sala 2025’an de berê xwe dide refên têkoşînê. Ewqas bi heskirin tevlî jiyanê dibe ku jiyan bi her awayî di hevaltiya wî de xweşik dibe.

Fedayî Feraşîn Efrîn, li bajarê Efrînê jidayîk dibe. Bi çanda gelê welatparêz yê Efrinê mezin dibe. Hîn di zarokatiya xwe de bi kesayeta xwe ya bi mereq, xwe di aliyê hunerî û wêjeyi de pêş dixe. Rûxmê temenê xwe yê ciwan sekna wê ya danehev hîn di zarokatî de, wê dike pêşenga hevalên derdora wê kom dibin. Bi rûkenî û kelacana xwe hertim derdora xwe civata heskirinê çêdike. Bi jîrbûn û zekibûna xwe di aliyê fikir û zikîr de zû pêş dikeve. Di nava civakê de seknek û jiyanekî ji rêzê ji xwe re napejirîne û ji bo li nirxên civaka xwe û mîrateyên şehîdên şoreşê xwedî derbikeve û di sala 2025’an de tevlî nava refên têkoşînê dibe. Di nav refên têkoşînê de jî, di cihê xwe de nasekine. Kesayeta wê ya mîna cîva xwe her bi fikrê Rêber Apo de çalak dike. Di aliyê leşkerî û bîrdozî de, di demekî pir kin de pir pêş dikeve. Ew êdî dixwaze zimanê gerdûnê fêm bike ku jiyanê fêm bike. Rastiya xwe wek jin nas bike ku bikaribe jiyanê ji xweliyên xwe ava bike. Girêdana wê ya jin û jiyanê fikrê wê zelaltir dike.  Qasî ku fikrên wê zelal dibin, biryara wê ya têkoşînê di çeperên herî pêş de jî wê dike pêşengekî ku di dilê hevalên wê de jî baweriya serkeftinê ava dike.

Piştî ku di pêşengtiya fermandar Denîz de, fermandar Hawar, Rojbîn, Dilbirîn û Feraşîn çalekiya xwe ya fedaî di dîroka 10’ê Çileya 2026’an pêktinin. Çeteyên dagirker li beramberî cenazeyên şehîdên me gelek pêkanînên dermirovî dikin. Dixwazin bi van pêkanînên dermirovî wek di dîroka têkoşîna gelê Kurd de jî, li beramberî gelek têkoşerên dîl hatine girtin û şehîd ketine de gelek mînakên wê hatine jiyankirin, rûmeta  gelê Kurd û gelên herêmê bişkînin. Ji xwe dema ku dibînin ya ku pêşengtiya vî şerê bêhempa dike wek jinek serhildêr Deniz Çiyaye û bi rojane ku nahêle dibin fermandariya wê de  2 taxên biçûk bikevin destê vî dijminê xwînxwar, bi hêrsekî ku tu exlaqekî mirovî nas nake pêkanînên dermirovî dikin û pêşenga me li mala ku çalekiya xwe kiriye de ji jor di-avêjin xwarê. Wana xwestin bi vî awayî rûmeta jinek têkoşînvan û gelek têkoşînvan bişkinîn, lê fermandara me bi mirina xwe jiyan afirand û xwedî derketina rûmeta gelê xwe re dijminê xwînxwar û dagirker re bû bersiveke bê eman.

Em fermandar û fedayiyên vê dozê Denîz, Hawar , Rojbin, Dilbirîn û Feraşîn dubare bi minetdarî û rêzdarî bibîrtinin û soz didin Rêberê Rêberan, jinên ku serî netewandîn, egidên ku gav paşde neavêtin û qêrînên zarokên ku li Şêxmesûd û Eşrefiyê dengên wan bilind dibûn; wê biryara wan biryara me be û heya em tola wan ranekin û xeyalên wan pêkneynin em ê tu caran nerawestin. Em ê bi biryardarî doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

 

Nasnav: Denîz Çiya

Nav û Paşnav: Zeyneb Kirdelî

Navê Dayik: Emîne

Navê Bav: Emîn

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb

 

Nasnav: Hawar Qendîl

Nav û Paşnav: Dawud Mihemed

Navê Dayik: Xanim

Navê Bav: Emîn

Cîh  û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb

 

Nansnav: Rojbîn Amara

Nav û Paşnav: Wîdad Mamo

Navê Dayik:  Delal

Navê Bav: Burhan

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb

 

Nasnav: Dilbirîn Qamişlo

Nav û Paşnav: Rojkar Nuhî

Navê Dayik: Seher

Navê Bav: Asim

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10. 01. 2026-Şêxmeqsûd/Heleb

 

Nasnav: Feraşîn Efrîn

Nav û Paşnav: Meryem Horo

Navê Dayik: Şêrîn

Navê Bav: Mihemed

Cîh û Dîroka Şehadetê: 10.01.2026 – Şêxmeqsûd/Heleb.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Ber Êrişên li Ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 120 Hezar Kes Koçber Bûne

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz li Semsûr û Sêrtê Çalakiyan Lidar Xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz li Semsûr û Sêrtê Çalakiyan Lidar Xistin

Ciwanên Welatparêz li Semsûr û Sêrtê Çalakiyan Lidar Xistin

Meşa Piştgiriya Rojava Li Tuzluçayir a Enqerê

Meşa Piştgiriya Rojava Li Tuzluçayir a Enqerê

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.