ŞENGAL- Endamê Ragihandina Ciwanên Şengalê Emîra Zozan, êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmaqsud û Eşrefiye yên Helebê ji ajansa me re axifî û bertegên xwe anî li ser ziman.
Îro sînor ji me re we re vekirin em biçin ve derê şer bikin
”Di serîda em berxwedaniya şervanen xwe, gelê xwe yê welatparêz ê Rojava, Şexmexsûd silav dikin û sersaxî ji malbatên Şehîdara dixwazin. Em dixwazin nêrînên xwe bînin ziman derbaren ve şere naha di Şêxmexsûd û Helebê de tê meşandin. Bi rastî em dibînin tişkî durî exlak, şerekî wisa tê meşandin. Şerê ne ji rêzê te meşandin. Em dibînin her dû tax li beranberê 8-9 kuwetan berxwe didin. Ew tiştekî pir pîroze û pir mezine jî. Em dibînin dû tax çawa berxwe didin, çawa Şehîd dibin, çawa birîndar dibin, çawa hetta dawî bi gelê xwe ve, bi axa xwe ve, bi miletê xwe ve giredayîne. Bê navber 8 kuwetê xwe kirine yek û hatine erîşê ê Helebê dikin, Şexmexsûd ê dikin. Me dît ve dawîde jî pênc hevalên me çalekiyê fedaî kirin. Hevalên me ê Asayîşe, Heval Zîyad gîhaşt asta şahadetê. Ew jî fermandar a Asayîşe bû. Em ji wekî Ciwanên Şengalê vêderê piştevaniya xelkê xwe ye Rojava dikin, piştevaniya xelkê xwe ya Helebê dikin. Em dibêjin heta dawî em ji bi xelkê xwerane. Çawa di fermanê de ferman hatiye serê civaka Êzîdiya ew bi mera hatin, em ji wekî Ciwanên Şengalê em karin, em amadene.
Em jî wekî Ciwanên Şengalê dixwazin paya xwe ji vê şerê bigrin
Îro sînor ji mere were vekirin em biçin ve derê şer bikin. Em naha di rojên dîrokîdene, di rojen tarîxîdene. Em jî wekî Ciwanên Şengalê em dixwazin paya xwe ji vê şerê bigrin, em dixwazin ve şerê dûr nemînin. Ji xwe herkes dizane xelkê Rojava, xelkê Şengalê yekin. Çi êrîşên bên serê me, çi erîşen ben serê we em eşê wê dikşinin. Taybet em dibînin hevalên me yê Şehîd buyî, şerê kî wisa bi êş, şerê kî wisa dijî mirovahî tên meşandin, di vir da hevalên me Şehîd bûn. Em dibînin di ve şerê de taybet hevalên jin digirin hedef. Dibêjin em ji destê hevalên jin bimirin em naçin bihûştê. Ji xwe hûn naçin bihûştê, hûn bihûştê bi çavan jî nabînin. Ji ber wê taybet hevalên jin dikin hedef. Em ji dibejin em heta dawî piştî şehîdan xwene, em piştî xelkê xwe yê Rojavane. Çi bibe jî bila bibe em wekî ciwan em karin, em amadene, em biçin wê derê, rê tine be jî emê di Şengal dê çalekiyên me yê berdewam bin, meşen me yê berdewam bin. Heta kû ew şer nayê sekinandin em ji wekî ciwan rehet malê xweda narunin, em rehet li gûnde xwede nabin. Xwazî rê hebûba em wekî Ciwanên Şengalê me xwe sînor daba, em çûbana wê derê me bihevra şer kiriba, me bihevre taxê Şexmexsûd, taxê Helebe me rizgar kiriba. Dîmenen belavbû, ciwanêk hebû pisîka xwe xwera biribû, digotin pisîka xwe nahelê wê çawa ji axa xwe ji were bihele. Em ji hez û moralê xwe ji şervanên xwe digrin. Em dibêjin hetta davi em ji pişta QSD ne, em pişta gelê xwene”



