ENQERE – Meclîsa Ciwanan a Enqerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo balê bikişîne ser êrîşên li ser Rojava, li Taxa 100 Salî ya Enqerê kampanyayek grafîtî li dar xist. Kampanyayê banga hevgirtinê li dijî êrîşên li herêmê kir.
Ji aliyekî din ve, Meclîsa HDK ODTÜ li Stadyuma Şoreşê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) û kafeteryaya zanîngehê pankart daliqandin da ku berxwedana Şêxmeqsûd silav bikin. Bi van pankartan berxwedana Rojava hate silavkirin.



