KOBANÊ – Zarokên werzişvan ên Akademiya Goga Piyan a Şehîd Ronîza û Şehîd Azad girêdayî Desteyê Ciwan û Werzişê ya kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî hikumeta Şamê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û bi taybetî sucên wan ên şer li ser zarokan daxuyaniyekî dan.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Weki tê zanîn, di 6’ê heyva Çile de, di nava şeş rojan de, êrîşên dijwar yên çeteyên hikûmeta vegûhêz û hevalbendên wê dewleta Tirk li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin kirin û bi awayekî hovane sîvîl, zarok û jin îşkence kirin heya ku gihîştin asta şehadetê. Herî dawî me didît ku çawa zarokên Kurd li wir îşkence dikin û dixeniqînin bê ku tu gunehê van zarokan hebe, bi awayeki wehşane li van zarokan didin. Em jî wekî zarokên Akademiya Şehîd Ronîza û Şehîd Azad ya Goga Pîyan a Bajarê Kobanê van kiriyaran şermezar dikin û ji mafê
mirovan û kesên pêwendîdar ku van bûyeran temaşe dikin û bê deng dimînin, ku xwedî li van zarokan derbikevin û daxwaza van tevlîheviyan rawestînin û van çeteyan ceza bikin.
Hêva Şêxo, werzîşvana herî biçûk ê Akademiya Goga Piyan a Şehîd Ronîza û Şehîd Azad jî hember êrîşên zarokan axifî bertega xwe li hember wan nîşan da.



