MÊRSÎN – Ciwanên Welatparêz li Demîrtaş û gelek taxên din ên Mêrsînê daketin kolanan û xwepêşandanên ku heta derengiya şevê berdewam kirin li dar xistin. Ciwanan, ji bo protestokirina komkujiyên ku ji aliyê HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve li Heleb û Rojava hatine kirin, çalakiyên xwe bi dirûşme, fîşekên hewayî û girtina rêyan li trafîkê pêk anîn.



