Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

PJAK: Li Îranê Wê Roja Azadiyê Hilê

Edîtor: Nucan Serdoz
11/01/2026 - 22:54
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PJAK: Li Îranê Wê Roja Azadiyê Hilê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî protestoyên ku li Îranê berdewam dikin, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku serhildana gelê Îranê ya li dijî rejîmê, li seranserê welat bi biryardarî û vîneke ku bibe mînak berdewam dike û wiha hat gotin:

“Kolanên bajarên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Îranê, bûne qada şerekî rasterast di navbera gelê azadîxwaz û hêzên hikûmetê yên zordar de. Pêla mezin a protestoyên gel her kêlî berfireh dibe û rejîmê di nav bêçaretî û şaşwaziyê de dihêle. Rêberên Komara Îslamî, ji her kesî çêtir dizanin ku tiştên li ser gelê vê xakê dikin mînakên herî eşkere yên zilm û tîraniyê ne, lê amade nîn in ku gavekê jî ji vê rêya wêranker paş de bavêjin. Ji ber vê yekê, gelê Îranê bi vîneke bihêztir serhildanên xwe yên demokratîk û şoreşgerî didomîne û rejîmê gav bi gav ber bi dawî û hilweşîna wê ve dibe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîm hîs dike ku li ber sînorê hilweşînê ye, lewma serokên hikûmetê û bi taybetî Xamaneyî biryar dane ku li ser gelê Îranê yê serhildêr komkujiyan bikin û tune bikin. Hate gotin ku ev komkujî tê xwestin ku di dema ku cîhan jê bêagahdar be pêk were.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pasdarên rejîmê wekî beşek ji fermana kuştinê ya ji wan re hatî dayîn înternet birîne:

“Ji ber vê yekê hêzên rejîmê xetên înternet û telefonê birîn û dixwazin îxtîmala şandina agahiyan bo derve ji holê rakin. Her çend hikûmetê peywendiya navbera Îran û cîhanê biribe jî, dengê gelê Îranê yê serhildêr û azadîxwaz bi ti awayî nayê tepisandin. Hinek nûçe û agahiyên ku gihîştine cîhana derve nîşan didin ku hêzên hikûmetê yên zordar li gelek bajar û herêmên Îranê komkujî kirine û ji bo kuştina welatiyên protestoker her cure çekên sivik û giran bikar anîne. Van dîmenên ku hatine weşandin nîşan didin ku hêzên hikûmetê bi tundî û bi awayekî hov êrîşî xwepêşanderan dikin. Ev tevgera Komara Îslamî mînakeke eşkere ya sûcê li dijî mirovahiyê ye û berpirsyariya vê yekê bi tevahî dikeve ser milê serokên vê hikûmetê.”

PJAK’ê bal kişand ser bajarên ku lê kuştin pêk hatine û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

“Hêzên zordar ên rejîmê li Tahran, Qerec, Îsfahan, Xorasan, Loristan û li herêmên Kurdistanê yên wekî Îlam, Kirmaşan, Şabad, Gîlan-e-Gharb, Kamyaran, Salmas û Xoyê bi gulebarana rasterast gelek sivîl kuştine. Îran niha bûye cihê agir, serhildan û xwînê. Em vê helwesta hov û nemirovane ya rejîma Komara Îslamî bi tundî şermezar dikin û radigihînin ku em ê ji bo piştgiriya gelê xwe yê azadîxwaz li seranserê Îranê çi ji destê me bê bikin.

Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li hemberî van komkujî û tawanên hovane bêdeng nemînin û ji bo piştgiriya gelê Îranê gavên pratîkî û lezgîn bavêjin. Em bang li hemû Îraniyên li derveyî welat dijîn, mirovên azadîxwaz û xwedî wijdan dikin ku di vê dema dîrokî û dijwar de bibin dengê gelê Îranê. Em bawer dikin ku bi vîn, biryardarî û feda kariya mezin a ciwan û jinan, protestoyên demokratîk ên gelê Îranê wê di encamê de bi ser bikevin û li vê xakê roja azadiyê hilê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Helebê Li Amed ê Hat Slav Kirin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz Li Qoserê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Çalakî Kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz Li Qoserê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Çalakî Kirin

Ciwanên Welatparêz Li Qoserê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Çalakî Kirin

Çeteyên Hov Êrişî Nexweşxaneyê Kirin

Çeteyên Girêdayî HTŞ Bendava Tişrîn Bombebaran Dikin

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.