DOSYA TAYBET- Di meşa ku li Sinûnê ya girêdayi Şengalê hatiye lidarxistin, Jinên Ciwan û Ciwanan piştgiriya xwe diyar kirin. Ciwanan diyar kirin ku ew mirovên ku di sala 2014an de hatin hawara gelên Şengalê, niha li taxên ŞêxMeqsûd û Eşrefiyê bi awayekî bêhempa li ber xwe didin û dîsa, li dijî îslamîstên hov li ber xwe didin û tax û bajêrê xwe diparêzin.
Muhsin Şengalî diyar kir kû lazim e kiryarên ku niha pêk tên neyên qebûl kirin, dibêje “Ev jî fermanek e, û em lazim e vê yekê red bikin.”
Navîn Şengal wiha got: “Em miletê xwe yê Rojava silav dikin. Bi rastî me di sala 2014an de dît ku miletê Rojava ji bo me her tişt kir. Gelek Şehîd çêbûn. Niha jî çi ji destê me tê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî amade ne ji bo Rojava.”



