AMED – Li Amed, Ciwanên Welatparêz li dijî êrîşên li ser Helebê kolan terk nekirin. Ciwanan bi pankart û dirûşmeyan êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin protesto kirin.
Li Amed, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin kolanan û bi fîşekên hewayî nerazîbûna xwe nîşan dan. Di xwepêşandanê de hat tekez kirin ku êrîşên li ser sivîlan sûcê şer e û peyam hat dayîn ku gelê Helebê ne bi tenê ye.



