EDENE- Li navçeya Seyhan a Edeneyê, bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya DEM, êrîşên HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê hat protesto kirin.
Meş li taxa Şakirpaşa Ova dest pê kir û bi awayekî girseyî berdewam kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî serok Apo” û “Şehîd Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn Namirin” ji bo 5 şehîdên ku li Şêxmeqsûd li dijî çeteyan çalakiya fedaî pêk anîne hatin berzkirin.
Meş bi dirûşmeyan bi girseyî didome.



