WAN- Di xwepêşandanên ku li Wan ê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de hatin lidarxistin de, hat gotin, “Bi êrîşên li Helebê li Tirkiyeyê aştî çênabe. Çawa ku me di sala 2014an de parastina Kobanî kir, em ê îro jî parastina Rojava bikin.”
Êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku piraniya niştecihên wan Kurd in û taxa Benî Zêd a Helebê ku Suryanî lê dijîn, di xwepêşandanên ku li gelek bajaran di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de hatin lidarxistin de hatin protestokirin. Di daxuyaniyên ku di xwepêşandanan de hatin kirin de dirûşmeya “Bi êrîşên li Helebê li Tirkiyeyê aştî çênabe. Çawa ku me di sala 2014an de parastina Kobanî kir, em ê îro jî parastina Rojava bikin” hebû.



