WAN- Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya DEM a Wanê, ku ji bo mîtînga ku dê di 4ê Çile de li Amed were lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin, li taxa Köyiçî ya Wanê derî bi derî geriyan û xelkê vexwendin mîtîngê.
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4ê Çile de li Qada Îstasyonê ya li Amed mîtînga “Hêvî û Azadî” li dar bixe da ku daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo bike. Axaftvanên mîtîngê dê Veysi Aktaş, ku bi Rêber Apo re li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû û di Tîrmehê de hate berdan, û Çetin Arkaş, ku demek di Sekreteryaya Îmraliyê de cîh girt; her wiha Çiğdem Kılıçgün Uçar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP); Tuncer Bakırhan, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM); Ayla Akat Ata, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA); û siyasetmedar Leyla Zana bin.



