REQA – Îro, ciwanên Efrîn û Şahba civîna xwe ya salane ya 2025’an li Kantona Reqayê bi dirûşmeya”Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e ” li dar xistin. Di civînê de rêveberiya Hêzên Rizgariya Efrîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger beşdar bûn.
Civîn bi pêşwaziya beşdaran dest pê kir, piştre civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hate girtin. Piştre ji hêla Fermandarê Hêzên Rizgariya Efrîn Şerzan Efrîn nirxandin li ser rewşa siyasî hate kirin, piştre perspektîfên Rêber APO ji hêla endama ciwanan Ayaz Ehmed ve hat xwendin.
Civîn bi coşek mezin dawî bu.
Her wiha sinevîzyonek hat temaşekirin û nîqaş li ser mijarên rêxistinî hat kirin.
Civîn bi xwendina encamên civînê û sozek nû ji bo berdewamiya rêya şehîdan bi dawî bû



