DÊRA ZOR – Îro di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e.” Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê bi beşdariya hemû endamên tevgerên ciwanan pêk hat.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdan dest pê kir, piştre Şiyar Ehmed axaftinek kir ser rewşa siyasî, rêxistinî û civakî ya heyî, û her weha rewşa berfireh a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî û Rojhilata Navîn bi giştî nirxand. Piştre prespektîfên Rêberê Navneteweyî Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin xwendin.
Piştre rapora salane, ku çalakî, bûyer û erkên xwe vedibêje, hate xwendin, piştre silvizyonek ser çalakiyên salê hate pêşkêşkirin ku xebat û çalakiyên herî berbiçav ên di sala 2025an de nîşan dide.
Civîn bi nîqaşên li ser xebatê ku hatiye kirin, zehmetî û astengiyên ku hatine dîtin, her wiha nêrîn û pêşniyarên çareseriyê ji bo xurtkirina kar û xebatekî hevbeş bi dawî bû.
ENCANMANE;
1. Birêxistinkirina hemû tevgerên ciwanan bi rêya xwendina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk.
2. Aktîvkirina Komîteya Çand û Hunerê ji bo çandina çandê di nav neslê ciwanan de û avakirina komîteya parastinê.
3. Kampanyayên hişyarkirinê bi belavkirina îdeolojiya Rêber Apo bi rêya medyaya civakî.
4. Dayîna dersan li ser nenavendîkirinê.
5. Parastina jîngehê bi rêya kampanyayan.
6. Rêxistinkirina xwendekaran .
7. Lidarxistina semîner û komxebatan ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên civakî.
8. Birêxistinkirina çalakiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
9. Avakirina me lisans Ciwanên Şoreşger ên Sûriyayê.


