NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG (HPG-NRÇ) de ev tişt hatin diyarkirin:
“Em hevrêya xwe ya Endama Meclîsa PAJK’ê, Konseya Fermandariya HPG’ê û YJA Star’ê, Fermandariya Akademiya Apollo ûFermandariya Biryargeha Navenda YJA Star’ê Berfîn Nûrhaq û mîlîtana xeta fedayî ya Apoyî Sema Roza ku di 13’ê Kanûna 2021’an de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de di dema erka xwe de şehîd bûne, di salvegera şehadeta wan de bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.
Em soz didin ku alaya têkoşînê ya hevrêya me ya mîlîtana Apoyî ya fedayî ya mînak, fermandara gerîla, jina zana ya çiyan, pêşenga fedakar a Tevgera Azadiya Jinê Berfîn Nûrhaq ku bi kevneşopiya berxwedanê ya ji esaleta Kurdistanê wergirtiye û xwe feda kiriye, tevî hevrêya wê Sema Roza ya ku bi wê re şehîd bûye, bigirin û têkoşînê ji cihê ku wan lê hiştiye, bilindtir bikin û bigihînin armanca wan. Em diyar dikin ku em ê her dem û li her derê kesayetên hêja yên jinên azad û egîd ên Kurdistanê, hevrêyên me Berfîn û Sema yên ku bi keda eniyê, keda jinê, pêşengiya jinê, fedakariya bêhesab, fedayîtiya lehengî û zanatî jiyana azad afirandine, ji xwe re bikin mînak.
Em di dema bîranîna pêşengên jin ên esîl û egîd ên çiyayên Kurdistanê ku di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî de berê wan li rastiyê, dilê wan li bedewiyê, hişmendiya wan li ronahiyê û kesayetiya wan li dilpakiyê bû, careke din biryardariya xwe ya pêkanîna şoreşa jina azad, sosyalîzma civaka demokratîk, Kurdistana Azad ku armanca wan a herî mezin bû û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya ku hemû van bedewiyan pêkan dike, destnîşan dikin.
Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, ji hemû jinên ku dilê wan bi evîna azadiyê lêdide û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wisa ne:
![]() |
Nasnav: Berfîn Nûrhaq
Nav û Paşnav: Hanım Xanê Demir Cihê Jidayikbûnê: Mereş Navê Dayik û Bav: Besê – Abdullah Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Kanûn’ê 2021 / Garê |
![]() |
Nasnav: Sema Roza
Nav û Paşnav: İnci Sumbul Cihê Jidayikbûnê: Erzirom Navê Dayik û Bav: Besra – Faruk Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Kanûn’ê 2021 / Garê |
BERFÎN NÛRHAQ
Hevrê Berfîn Nûrhaq di sala 1974’an de li Osmaniyê çavên xwe li jiyanê vedike. Weke endama malbateke Elewî ya ku bi eslê xwe ji navçeya Elbîstan a Mereşê ye, di jiyana sirgûnê de tê dinê. Her çend bandorên vê yekê her dem di jiyana wê de hebe jî, hewl dide eslê xwe yê çandî biparêze. Hevrê Berfîn ji eşîreke mezin û kevnar, eşîra Alxasê ye. Di encama êrîşên dijmin û polîtîkayên sirgûnê de malbata wê ji Kurdistanê diqete û diçe bajarên Tirkiyeyê. Malbata wê ya ku pêwîstî bi parastina nirxên çandî û nêzîkbûna hev heye, li Îzmîrê bicîh dibe.
Hevrê Berfîn wan rojan wisa tîne ziman: ”Şert û mercên mezinbûna min hinekî şert û mercên sirgûnê bûn. Xizanî, hişmendiya Kurd û Elewîtîyê jî hebû. Di kûrahiyê de hişmendiya Kurmanciyê hebû. Dema me sedemên wê dipirsî, diya min digot: ‘Em Kurmanc in ji bo vê ye.’ Heta pola 1’ê ya dibistana navîn me li Osmaniyê xwend. Ji ber ku li sirgûnê bûn, di şêwaza jiyana Kurdên Elewî de li hemberî dewletê dûrketinek hebû û ji ber vê yekê jî her tim civaka xwe ava dikirin. Diya min digot ’em herin cihê ku mirovên me lê hene’. Dixwest bi derdora xwe ya malbatî û çandî re bijî.” Mezinbûna di nav rastiyek ku ji zarokatiyê de şahidê sirgûn û qetlîaman bûye, di hawîrdoreke ku hewl dide nirxên xwe yên hişmendiya Kurd û Elewîtîyê û hebûna xwe ya çandî biparêze, bi awayekî bingehîn bandor li jiyana hevrê Berfîn kiriye.
Hevrê Berfîn dema ku çûna xwe ya Zanîngeha Çanakkaleyê û hawîrdora ku ji malbata xwe dûr bû, anî ziman, di heman demê de li ser lêgerîna xwe jî diyar kir. Di hawîrdora zanîngehê de, wê ji her alî û her cure mirov nas kir lê wê bi hawîrdora ku wê bi prensîp rast dît re têkilî danî. Ji rojên pêşîn ve tevî ku bi çepên Tirkiyeyê re têkilî danî jî dît ku bersiva lêgerînên wê nedaye û wek ku diya wê her tim digot “bi yên ji me re”, ev yek ew ber bi avakirina hevalbendiyên Kurdên Elewî yên Dêrsimî û Mereşî ve bir ku wê ji çanda xwe re nêzîk dît.
Bi zelalbûna hişmendiya welatparêziyê re, bi xebatên Yekîtiya Ciwanên Kurdistan (YCK) re hate nasîn û hêdî hêdî di vî warî de kete nava xebateke çalak. Hevrê Berfîn meşa xwe ya şoreşgerî ya ku dest pê kir, wekî ”meşeke bêdawî” bi nav kir û nirxandinek li ser wan salan de asta kûrkirina xwe wiha anî ziman: ”Bêguman weke Kurd-Elewî min rastiya bindestiyê dizanî, ji ber vê yekê lêgerînên min hê bêtir xurt bûn. Di hawîrdora dibistanê de bi rêxistinbûna xebatên xwendekarên welatparêz re min jî hawîrdora welatparêz nas kir. Nakokî û zextên siyasî yên giran ên li hawîrdora zanîngehê, lêgerîna min hê bêtir xurt kir û min bi rêxistina ciwanên welatparêz a PKK’ê re têkilî danî û derbasî hawîrdora rêxistinî bûm.”
Di heman pêvajoyê de, di salên zanîngehê de serdana girtîgehan kir, dest bi xwendina yekemîn analîzên Rêber Apo kir û hêdî hêdî dest bi jiyankirina rastiya nêzîkbûna bi rastiya rêbertî û Tevgera Azadiyê re kir. Di sala 1995’an de tevî hemû qedexe û zextên faşîst ên giran, xwendina analîzên rêbertî, nîşandana vê wêrekiyê, weke çalakiyekê nirxand. Analîzên rêbertî yên bi navê Pirsgirêka Jin û Malbatê Li Kurdistanê, Nêzîkatiya Şoreşgerî Li Pirsgirêka Ol û Rapora Siyasî ya Kongreya 5’an xwend û bandoreke kûr li ser wê kir. Di encama vê de, pêwîstiya pênasekirin û rêxistinkirina xwe bi îdeolojiya PKK’ê re peyda bû. Dîtina rewşa dayikên gerîlayên girtî yên ji Kurdistanê, şêwaza jiyan û wêrekiya wan, asta biryardariya wê hê bêtir xurt kir. Hemû van rastiyên ku dîtin, ew kir xwediyê armanceke mezintir. Di dema serdanên wê yên girtîgeha Çanakkaleyê de, bi hevrê Sema Yuce ya ku bi sekna xwe ya jina azad navê xwe li dîrokê nivîsandiye û bûye sembol, nas kir. Her serdaneke wê û koma hevalên ku pê re bû, hê bêtir nêzî rastiyê kirin. Di sala 1996’an de çalakiya fedayî ya hevrê Zîlan (Zeynep Kınacı) deriyê rêya ber bi jiyana azad ve ji hevrê Berfîn re vekir û bû wesîle ku tevî komeke hevrêyên, di nav de hevrê Şehîd Azê Malazgirt (Aslı Ozkaya), biryara tevlîbûnê bidin.
Rêwîtiya hevrê Berfîn a têkoşîna azadiyê û nêzîkbûna bi Rêber Apo re dest pê kir û di sala 1997’an de li ser Qada Balkanan weke şervaneke lêgerîna rastiyê tevlî Tevgera Apoyî bû. Li vê qadê perwerdeyeke kurt dît û derbasî Qada Rêbertî bû. Li ser vê bingehê, derfet dît ku azadî, mîlîtanî, têkoşerî, weke jinekê hebûna xwe çawa bidomîne, bi esl û pêwîstiyên wê fêr bibe û di kesayetiya xwe de şênber bike. Hevrê Berfîn hewldana Rêber Apo ya afirandina mîlîtanên serketinê di salên şer ên 1993 – 1998’an de wiha anî ziman: ”Çûna Qada Rêbertî di wan şert û mercan de şansek mezin bû. Rêbertî nirxandinên pir berfireh li ser rêxistin, pêşengî, fermandarî, kadrotî û şêwaza şerê gerîla kiribû. Perwerdekirina mirovan, gihandina şoreşgeran ne hêsan e. Rêbertî bi xwe ciwanên zanîngehê ji Ewropa û Yewnanîstanê kişandiye qada xwe. Me digot em ê derbasî eyaleta Dêrsimê bibin lê Rêbertî bi xwe ferman da. Her nifşek şoreşgerê xwe jî diafirîne. Me, di wan salan de gav diavêt şoreşgeriyê. Dema mirov îdeolojiya PKK’ê fêr dibe, Rêbertî nas dike, nikare ji xwe re bibêje ‘ez bi temamî şoreşger im. Dema tu berpirsiyariyên şoreşê fêr dibî, tu dibînî ku tiştên ku te kirine kêm in. Rêbertî li dijî dubarekirina di taktîk û şêwazê de, bi xwe dixwest jin û mêr perwerde bike. Rêbertî dixwest di nava rêxistinê de nûbûnê bike û me jî weke kadroyên serkeftinê yên salên 2000’î amade bike. Me hemûyan hewl dida ku em Rêbertî fêm bikin, ji ber ku dema tu li ser kesayetiya rêbertî kûr dibî, tu bêtir dibî civakî.”
Hevrê Berfîn Nûrhaq di salên 1997 – 1998’an de li Qada Rêbertî ma û ev pêvajo weke lêgerîna bûyîna şoreşger û hewldana fêmkirina Rêbertî pênase kir. Bi taybetî di wan salan de, di hawîrdoreke ku tê de hişmendî û têkoşîna zayendî, ‘teoriya qutbûnê’ weke stratejiya têkoşîna zayendî, Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ku armanc û çawaniya azadiya jinê destnîşan dike, şênber bû, şêwaza hebûna hevrê Berfîn li ser bingeha hişmendî û mîlîtaniya jina azad teşe digirt. Ev taybetmendî her dem bingehê esasî ê jiyana şoreşgerî ya hevrê Berfîn bû.
Li qada akademiyê, weke hemû hevalên din ên jin, pêvajoya amadekirina xwe ya ji bo çiya û gerîla weke karekî hişmendî destnîşan kir û pêvajoyeke xwe kûrkirinê ya xurt jiyan kir. Di diyaloga xwe ya bi Rêber Apo re di analîzên di nava perwerdeyê de, bi sadebûn û biryardariya xwe ya xurt xwest ku kadroya serketinê di xwe de biafirîne û her wiha gihîştina welat û çiyayên xwe bi hişmendiya partiyê wekî vegera li eslê xwe pênase kir. Gerîlayek, ji bo nasnameyekê ku bikaribe xwe pê pênase bike têkoşînê bike û rengê xwe yê resen bibîne. Hevrê Berfîn jî di salên ku di nava rastiya têkoşînê de derbas kir, gihişte tevahiya rengan, di mertebeya PÎR’iyê de bûye jineke pêşeng û zana û di heman demê de weke mîlîtaneke Apoyî, bû yek ji mînakên jiyana dilnizm. Nêzîkbûna wê ya bi çiyayan re jî hevrê Berfîn ew qasî kelecanî kir û bi perspektîfa ku ji Rêber Apo girt, awazên ji dilê xwe gihand hemû hevrêyên xwe û ew bi rastiya Apoyî re kir yek. Rêwîtiya wê ya ber bi çiyayan ve dest pê kir û êdî ew bû mîlîtaneke jin a ku weke kadroyeke serkeftinê ji bo azadiya Kurdistanê şer dike.
Hevrê Berfîn ku gihîştina xwe ya çiyayan li ser bingeha hişmendiyê destnîşan kir, di jiyana xwe de her tim sekna jina gerîla ya ku di Îdeolojiya Azadiya Jinê de xwe kûr kiriye, temsîl kir. Di sala 1998’an de ku gihişt çiyayan, yekemîn pratîka xwe li qada Metînayê pêk anî. Hestên xwe yên wê demê di helbesteke ku wê demê nivîsandiye wiha tîne ziman: ”Xwîn, xwêdan, hesirê çavan. Bû derya her sê dilop. Em wisa digihêjin evîna welat…” Bi asta welatparêzî û evîna welêt a ku jiyan dikir, bi perspektîfa ku ji Rêber Apo girtibû, dest bi gavavêtina her çar aliyê çiyayên Kurdistanê kir. Ew dibêje ”Pêwîste li gorî prensîba jiyan û şerê jina gerîla guhertina kesayetiyê pêk were” û vê yekê di nirxa şoreşê de pênase dike. Li ser vê bingehê di gelek qadan de erka xwe girt, di eniyên pêş yên şer de cih girt û di nava lêgerîna pêkanîna mîsyona pêşengiyê de bû.
Hevrêya me Berfîn Nûrhaq ji gelek qadên Başûrê Kurdistanê heta Zagrosan, ji Rojhilatê Kurdistanê heta Şengalê bû yek ji fermandarên pêşeng ên artêşa YJA Starê. Bi hesreta gihîştina çiyayên Şaho bigihîje Nûrhaqan, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih anî. Her wiha li Qendîl û Xinerê ma û di şerê li dijî êrîşên hêzên Îranê de weke fermandareke pêşeng cih girt. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bilî xebatên YJA Starê, bû yek ji endamên damezrîner ên rêxistina qada civakî ya tevgera jinê û li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî, berpirsiyariya rêxistinbûna civakî di asta pêşengiyê de girt ser milên xwe. Ji ber tevlîbûna xwe ya li ser armanc û bi prensîb, di asta Endamtiya Meclîsa PAJKê de berpirsiyarî girt, ev erka xwe di kesayetiya xwe de rast temsîl kir û rêzdariya tevahiya hevrêyên me bi dest xist. Ji ber ku dilsozî, hişmendî û hezkirina Rêbertî di tevlîbûna wê de stratejîk bû, sekna pêşengiya têkoşîna her cûre wekî jiyaneke prensîbî û hêzeke fermandariyê, hevrê Berfîn kir mîlîtaneke rastîn a Rêbertî. Ji ber ku di her şert û mercî de rêya xwe weke rastiyên Rêbertî destnîşan kir, rastiya bedewî, dilpakî, vîn û rûmetê di kesayetiya wê de her tim xuya bû. Li ser vê bingehê, li gorî esasên şoreşgeriya temam ên ku Rêber Apo destnîşan kirine, bi sekna mîlîtanî ya pêşengiya jinê re, hemû xebatên xwe li ser bingeha serkeftinê meşand.
Hevrê Berfîn ku di her şert û mercî de pênûs ji destê xwe berneda, bi jiyan û sekna xwe ya zana, ji bo ku nasnameya jina azad a ku di dîrokê de winda bûye, ji nû ve derxîne holê, her tim di her şert û mercî de nivîsî û nirxên bêhempa yên dîroka azadiyê aşkere kir. Hevrê Berfîn a bi dilê helbest, her tim zanî hestên xwe watedar bike, di şerê xwe yê li dijî hişê dewleta mêr û hişmendiya faşîst de, ji bo ku agirê azadiyê venemire, wekî çekê, pênûsa xwe jî ji destê xwe berneda. Di bûyîna wê ya fermandara pêşeng a Tevgera Jina Azad de, ev aliyê wê herî zêde bibandor bû. Hevrê Berfîn bû yek ji pêşengên tevgera jina azad ku li çiyayên Kurdistanê hevrêtiya jinê pêş xist û mezin kir û her wiha bi tevkariyên xwe yên li felsefeya jina azad navê xwe li dîrokê nivîsî. Hevrê Berfîn a ku çanda dayik-jin a ji dîrokê dewr girtiye di xwe de şênber kir, bi zanîna xwe ya lêgerîna rastiyê karî gelek hevrêyên xwe jî tevlî rêwîtiya xwe bike.
Bersiva pirsa ku hemû hevrêyên wê yên têkoşînê û gel ku bide: ”Hevrê Berfîn kî ye?”: sadebûn, dilsozî û fedakariya wê û her wiha mirova armancê bû. Hevrê Berfîn jineke gerîla, fermandareke şer e ku karîbû bibe ‘hevrêya her kesî. Her tim giringî da perwerdeyê, wekî xwe, perwerdekirina hevrêyê xwe jî weke erka xwe dît. Ji ber vê yekê karîbû di her mijarê de, ji perwerdeya xweparastinê heta perwerdeya îdeolojîk-teorîk xwe jêhatî bike. Zor û zehmetiyên perwerdekirina mirovan û gihandina mîlîtanên pêşeng di dema li Qada Rêbertî de dîtibû û zanîbû ku bûyîna hevrêtiyê ji bo Rêber Apo ji xurtkirina lêgerîna azadiyê re derbas dibe.
Di sala 2014’an de hevrê Berfîn di Fermandariya Akademiya Apollo de cih girt. Di dema Kongreya 9’an a PAJK’ê de, êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gel li Şengalê pêk hatin. Tevgera Azadiya Jinê di vê kongreyê de li hemberî êrîşên li ser gelê Êzidî û jinan, biryarên xurt girt, kongreya xwe li ser bingeha serkeftinê qedand û hevrê Berfîn weke fermandareke YJA Starê ber bi Şengalê ve kete rê. Di dîroka têkoşîna xwe ya 24 salan de ya ku di temenê wê de herî zêde bandor lê kiriye, dema fermanên li ser gelê li Şengalê bû. Weke jineke Kurd, dîtina êşên ku ferman li ser mêjî û dilan bandor kir, revandina bi hezaran jinan, teslîmgirtina wan û piştre jî îdiaya parastina jinan li dijî tiştên ku li ser jinê hatin jiyîn û ferzkirin, berpirsiyariyên dîrokî li ser milên wê bar kirin. Wekî ku gerîlayên HPG û YJA Star’ê hewl dan ku vê komkujiya serdemê rawestînin, li gorî berpirsiyariyên xwe Şengal parastin. Hevrê Berfîn li vir di nava şerê dîrokî yê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de cih girt, ji bo ku jin xweparastina xwe pêk bînin û bigihîjin hişmendiya xwe ya resen, koordîne kir û tevî şert û mercên herî zehmet jî ji bo azadiya gelê Êzidî xwedî kedeke mezin bû. Ji bo azadiya Şengalê bi Egîd Civyan, Dilşêr Herekol, Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî, Nûjîn Amed, Şîlan Goyî, Cîger Goyî, Çeko Çatak û gelek lehengên din re şer kir. Li hemberî êrîşên nemirovane yên çeteyên DAÎŞ’ê, ji fermandariya şer heta çalakiyên perwerdeyê, di afirîneriya taktîkî û stratejîk ên ji bo parastina bajêr de pêşengî kir.
Têkoşîna hevrê Berfîn Nûrhaq a ji bo gelê Şengalê û jinên Êzidî, ew hê bêtir nêzî Rêbertî kir. Hevrê Berfîn a ku li malê bi navê Xanê dihat zanîn, hewl da ku berpirsiyariya xwe ya li hemberî hevrê Şehîd Xanê ya ku piştî bi salan li Şengalê wekî deynê stûyê xwe didît, bi cih bîne. Hevrê Xanê weke jineke Êzidî di salên 90’î de ji Ewropayê tevlî nava refên partiyê dibe û di sala 2008’an de li Kelareşê di şerê li dijî hêzên Îranê de şehîd dibe. Şehîd Xanê bû mînaka herî baş a serhildana jinên Êzidî yên dîlgirtî û qetilkirî. Ji ber vê yekê bi avakirina Akademiya Parastina Îdeolojîk-Leşkerî ya Şehîd Xanê li Şengalê, xebitî ku jinên ciwan ên Êzidî bên perwerdekirin, rêxistinkirin û yekîneyên xwe yên xweparastinê ava bikin. Hevrê Berfîn di nava vê projeyê de ku bû pêşengê avakirina Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), cih girt.
Hevrê Berfîn piştî ku li Şengalê erka xwe li cihên ku Rêbertiya me dixwest lê be, bi cih anî, dîsa vegeriya çiyayên azad. Weke endama Fermandariya Biryargeha Navenda YJA Starê erka xwe girt û berpirsiyariya yek ji xebatên herî stratejîk ên Biryargeha Navenda YJA Starê, Fermandariya Akademiya Apollo girt ser milên xwe. Li ser vê bingehê, perwerdeya hevrêyên xwe li ser bingeha rast fêmkirina rastiya Rêbertî û tevlîbûnê, avakirina kesayetî û nasnameya jina azad, kûrahiya taktîkî û bi hêza pêkanînê perwerdekirina fermandaran, bi awayekî herî xurt, bi kelecaneke mezin û bi evîn meşand. Li ser vê bingehê, xwedî li erkên xwe derket, bi ruhê şoreşgeriya têr û tijî tevgeriya û heta dema şehadeta xwe meşa azadiyê domand.
Di 13’ê Kanûna 2021’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li qada Garê de şehîdbûna hevrêya me Berfîn Nûrhaq, ji bo gelê me û me êşeke mezin çêkir. Lê em dubare dikin ku em ê li ser bingeha rêberiya hevrê Berfîn, kesayetiya jina azad a ku gihîştiyê, weke ku layiqê mîrateya têkoşînê ya ku afirandiye, têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin serketinê.
SEMA ROZA
Hevrêya me Sema Roza li navçeya Qereyazî ya Erziromê di nava çanda malbateke welatparêz de mezin bû. Di sala 2011’an de li Erziromê dest bi xebatên partiyê kir. Ji tevlîbûna xwişka wê ya di sala 2013’an de û qetilkirina hovane ya hevrê Ekin Wan ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 2015’an de bandor bû û di meha Îlona 2015’an de biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Welatparêziya kûr a malbatê her tim meşa hevrê Sema di têkoşînê de bi biryar kir, ev yek jî pêşketina wê xurt kir û mezin kir. Armanca wê ya bingehîn a ku weke gerîla gihîşt çiyayan, û mezinkirina têkoşîna azadiyê li dijî koletiya kûr a jinê li Kurdistanê ye.
Li hemberî keda ku Rêber Apo ji bo jinê daye, her tim hewldana wê ji bo bûyîna mîlîtaneke jin a tevahî hebû. Piştî ku perwerdeya şervanên nû qedand, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vir zêdetir di nava xebatên akademîk-îdeolojîk de cih girt û xebatên stratejîk meşand. Piştî ku perwerdeya akademiya leşkerî dît, rewşa nasîn û şopandina rêxistinê ji nêz ve pêş ket. Di perwerdeyên ku bi tevahî dît de, xwe bêtir pirsî û hê bêtir nêzî rastiyê bû. Her tim di nava lêgerîna xurtkirina bingehên têkoşîna xwe ya li dijî sîstemê de bû. Bi raman û felsefeya Rêber Apo, asta nasîna xwe û dijmin zêde bû. Bi xebatên ku di gerîlatiyê de meşand û asta azadiyê ya ku gihîştê, her ku çû bêtir hîs kir ku ji sîstema kapîtalîst paqij dibe. Tişta ku her roj hevrê Sema mezin kir û pêş xist, nêzîkbûna hinekî zêdetir bi rastiya Rêber Apo re bû. Hevrê Sema ku di her hawîrdora ku lê bû de xwedî tevlîbûneke xurt bû, herî dawî di xebatên girîng ên girêdayî Biryargeha Navenda de ma, li vir gelek tecrûbe ji sekna pêşeng û jina azad a hevrê Berfîn Nûrhaq girt, li ser vê bingehê her kêlî xwe perwerde kir ji bo ku bigihîje pratîkeke xurtir û serketîtir. Li ser vê bingehê xwedî li erkên xwe derket û di nava hemû hevrêyên xwe de bi qîmet hate dîtin. Weke mîlîtaneke fedayî û hevrêyeke ku di her dem û her şert û mercî de xwe bi tevahî feda kiriye, di bîra me de cih girtiye.
Hevrê Sema Roza, piştî ku hevrê Berfîn rastî êrîşê hat, ji bo ku alîkariya hevrêya xwe bike, bi nêzîkatiyeke fedayî ya mezin tevgeriya. Li ser vê bingehê tevî êrîşên giran ên dijmin jî ket nava tevgerê, prensîba hevrêtiya Apoyî ya ku jiyana hevrêyên xwe ji jiyana xwe bi qîmettir dibîne, di kesayetiya xwe de di lûtkeyê de pratîk kir. Li ser vê bingehê, bi fedakarî, fedayî, wêrekî, li dijî dijmin serî hilda, bi van nêzîkatiyan kevneşopî û prensîba PKK’ê rast temsîl kir, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û sinca hevrêtiyê bi awayekî herî xurt temsîl kir. Li ser vê bingehê, bi fermandara me hevrê Berfîn Nûrhaq re di heman demê de şehîd bû û di karwanê şehîdan de cih girt.
Piştî têkoşînên mezin û bêhempa, di nava têkoşîna azadiyê de ya ku hebûna Kurd îspat kiriye, di rastiya mîlîtana jin a ku bi ked û fedakariya xwe, xwe ji nû ve afirandiye de, em hevrêyên xwe Berfîn û Sema ku berdêl dane, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya girêdana bi bîranîna wan re dubare dikin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê û hemû jinên ku têkoşîna azadiyê didin re dixwazin. Em soza xwe ya jibîrnekirina hevrêyên xwe yên mîlîtanên fedayî ku li hemberî hemû zoriyan xwe feda kirin ji bo afirandina nirxên jina azad, dubare dikin û careke din diyar dikin ku em ê alaya têkoşînê ya ku heta îro hatiye hilgirtin dewr bigirin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, em ê têkoşînê bikin. Em weke fermandarî û şervanên HPG û YJA Starê bi vê wesîleyê soza xwe ya tacîdarkirina bîranîna hevrêyên xwe bi serketinê û dayîna pêwîstiya bi her cure berdêlê di vê rêyê de dubare dikin.”





