ROJAVA – Şehîd Hemze Tolhildan (Dawût Hec Elî) li Heseke di sala 1999’an, ji bo bersivdayîna dîlgirtina Rêber Apo, tevlî tevgera azadiyê bû. Piştî demekî ku xebatê rêxistinkirina ciwanan da meşandin, derbasî çiyayên Kurdistanê û beşdarî şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bû. Piştî 8 sal û piştî ku li Botanê di çavekî xwe de birîndar bû, bi destpêkê bihara gelan derbasî Rojavayê Kurdistanê û carekî din ji tevgera ciwanan re pêşengtiyê dike. Şehîd Hemze ku derê diçe bê westandin kar dike û dilê gel qezanc dike. Herî dawî kedekî mezin ji bo avakirina pergala xweseriya demokratîk û biratiya gelan li Dêrazorê dike û li wir di 19’ê Berfanbarê 1999’an de tê hedef girtin û şehîd dibe.
Hevalê wî yê tekoşînê Hesen Koçer, cîgerê Encûmena Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîd Hemze bibîranî û qala kar û xebatê wî di nav şoreşa Rojava de û taybetmendiyên wî yên pêşengê ciwanên Apoyî:
HEVAL HEMZE DI RÊXISTINKIRINA CIWANAN DE ROLEKÎ PIR MEZIN LÎST
Di şexsê hevalê Hemze de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Hevalê Hemze tevlîbûna xwe ya rêxistinê, ya hereketa azadiyê, tê naskirin, bi girtina Serokatiyê çêbû. Berî ji malbatekî welatparêz e, ji kevin de bi hereketa azadîyê ve girêdayî ne. Heval Hemze di nav çarçoveyekî welatparêz de mezin bû û li ser wî esasî tevlî hereketa azadiyê bû. Li gelek qadan tekoşîn kir. Di qadê gerîla de jî tekoşîn kir, heya gihîşt asta birîndariyê, di çavê xwe de birîndar bû. Hevalekî aktîf bû, di xebatê parastinê de û di xebatê civakî de jî hevalekî pir aktîf bû. Di hemû qadan de teqrîben cihê xwe girtibû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava, tevlîbûna xwe ji bo şoreşa rojava da çêkirin. Di xebatê ciwanan de destpêkir. Emrê wî jî ne mezin bû di destpêka şoreşa Rojava de. Hat û xebatê ciwanan rêxistin kir. Bi rastî jî bandorekî mezin li ser xebatê ciwanan çêkir. Hem germbûna xwe, hem biriyarên xwe, hem rêxistinkirina ciwanan, hem tevlîbûnên meşên girseyî yên ku di hindirê Rojava da çêbûn û li dijî nîzama Baas. Xebatek, tekoşînek pir dihatin meşandin, heval Hemze di rêxistinkirina ciwanan de rolekî pir mezin lîst.
DI HEMÛ QADÊN ROJAVA DE KAR KİR
Di qadên dîtir de jî kar kir. Pîştî wê tevlî Asayîşê bû, Ewlekariya Hindûrîn. Piştî xebatê Ewlekariya Hindûrîn tevlî xebatê civakî bû. Di hemû qadên Rojava de kar kiriye. Di destpêkê xebatê ciwanan de li Helebê kar kir. Xebatê civakî li Girê Spî kar kir, berî li Tirbespiyê kar kir, li Cizîrê kar kir. Piştî wê, di dawiyê de li Dêrazorê kar kir.
DI NAV GELÊ EREB Ê DÊRAZORÊ HEZKIRINEKÎ PIR MEZIN DA ÇÊKIRIN
Xebatê Dêrazorê jî, eger mirov behsa vî hevalî bike, ji bo pêşxistina projeya Serokatî û biratiya gelan e. Ji bo bikaribe felsefa netewa demokratîk ji gelê ereb û gelê herêmê re bide fêm kirin hewldanên wî yên pir mezin çêbûn. Hem di xwendina fikirê Serokatiyê de, em jî di meşandina kar de, wê demê bi rastî jî rolekî pir mezin lîst. Hezkirinekî wî yê mezin di nav gelê ereb de jî da çêkirin. Hezkirinekî xwe yê mezin di nav ciwanan de da çêkirin. Li ku derê xebitî, hezkirinekî pir mezin da çêkirin. Germbûn dida, rêxistin dida, bandorekî pir mezin kir. Heta şehadeta wî hevalî li Dêrazorê li ser gel bandorekî mezin çêkir. Her kes kon vekir. Bandorekî mezin li ser biratiya gelê kurd û ereb kir. Bi rastî pir bi xebatê xwe ve girêdayî bû, 24 saetan kar dikir, ewqas enerjiya xwe hebû. Bi rastî ji bo hemû xebatan xwe berpirsiyar didît. Li Dêrazorê bi taybet, taqrîben salekî û nîv, du sal ma. Piştî wê ji xwe ji Dêrazorê tê milê Şedadê û şehîd dikeve. Ew şehadet bandorekî mezin li ser gelê Dêrazorê û gelê herêmê çêkir, ji ber ku hevalekî aktîf bû. Di uslûpê rêveberiya xwe de aktîf bû, di pirsgirêkê çareserkirinê de bi israr bû. Karekî li pêşiya wî hebûba, gerek serkeftî bûba, kêmasî tê de çênebe. Ew rih pê re hebû, ew cewher pê re hebû.Tu carî binkeftin qebûl nedikir di xebatê xwe de. Di aliyê hestên wî yên serkeftinê tim li pêş bûn. Heta di demên herî zehmet de, di çeperan de jî cihê xwe diqirt, demê di asayîşê de bû, di şerê DAIŞ’ê de. Negot ez tenê xebatê civakî dikim. Heta demê li Tirbespiyê bû, li Amûdê bû, weke komîtanê Asayîşê, komîtanê ewlekarî, diçû çeperên şer. Ew rih di wê heval de hebû. Mirov taybedmendiyên wî hevalî hem di aliyê fikirî de, hem di aliyê rêxistinkirinê de jî pir taybetmendiyên herî pêş bûn. Di xwendina siyasî de, di xwendina îdeolojîk de, taybetmendiyên wî bi vî rengî hebûn. Şehadeta wî ji bo me windahiyekî mezin bû, ew heval dikarî gelek erk bigire. Wê demê zirûfên Dêrazorê pir zehmet bûn. Ew jî erkên herî zehmet ji xwe re hildibijart, nedixwest biçe cihên rehat. Dixwest li cihên zehmet tiştan pêş bixe. Şehadeta wî xwedî giraniyekî mezin bû. Ew heval eger şehîd neketiba, wê niha erkên mezintir rakiriba, wê niha kariba karên gelekî mezintir bike, ji ber tecrûbeyên xwe di şoreşa Rojava de pir mezin bûn. Hem eskerî, hem siyasî, hem rêxistinî.
DIKARÎBÛ HEMÛ CIVATAN BANDOR BIKE
Rûxmê ku di çavekî xwe de birîndar bû, bi çavekê hereket dikir, ema karê ku dikir bi rastî mirov bi birîndariya wî pê nedihêsiya. Ewqas xwedî biriyar bû, xwedî israr bû û xwedî cesaret bû. Taybetmendiyên wî yên rêveberiyê jî wisa bûn. Di aliyê biriyar girtin de, di aliyê meşandina kar de xwedî hûnerê rêveberiyê bû. Ne hevalekî ku tenê kar dike. Hûnera rêveberiyê dizanîbû. Dikarîbû însanan komî ser hev du bikira. Diçû kîjan civatê dikarîbû rêxistin bike, dikarîbû germ bike, tenzîm bike. Di hûnera rêveberiyê de taybetmendiyên vî hevalî li pêş bûn. Di aliyê dîtir de jî, hevalekî fedakar bû. 24 saet dikarîbû kar bike, fedakar bû. Dilê wî li ser hereket bû, li ser Serokatî bû. Tevlîbûna xwe jî li ser esasê Serokatî bû, girtina Serokatî. Ji ber wê lêhûrbûna wî her tim li ser meşandina kar li gorî Serokatî bû. Diçû kîjan civatê, wê civatê bandor dikir. Carinan me bi hev re civîn çêdikir, waxtê ku diaxivî, gelê Dêrazorê pê bandor dibû. Ji ber ku ne tenê bi hest diaxivî, bi fikirandin diaxivî dema ku felsefeya Serokatî, biratiya gelan ji wan re digot. Em çi dixwazin li Dêrazor ava bikin, bi gelê ereb. Bandorekî pir cidî dikir. Dema me civînan çêdikir, dikarîbû biçe gel rewşenbîrekî pê re biaxive, çûba gel serokê eşîrekî jî dikarîbû pê re biaxive, çûba gel civatekî normal jî dikarîbû pê re biaxive. Lazim e mirov vê heval baş dahurandin bikin, pêşengekî ciwanan yê pir xurt bû. Wexta ku xebatê ciwanan dikir, meşekî ciwanan çêdibû, her tim li pêş bû. Di rêxistinkirina wê de, di meşandina karê wê de, heta di sloganên wê de, her tim li pêş bû. Ciwanan di derdora wî de kom dibûn. Heta ne tenê ciwanên welatparêz, ciwanên ji derve jî pir bandor dibûn, ji sekna xwe.
CAREKÎ MORALÊ WÎ XIRAB NEDIBÛ
Ew tecrûbe ku di xebatê ciwanan de girt, di xebatên din de jî da kar kirin. Mînak di xebatê ewlekarî de, di xebatê civakî de û di xebatê rêxistinî de ew tecrûbe da kar kirin. Gerek mirov bifikire çawa dikare taybetmendiyên vê hevalê di xwe de ava bike, wek pêşeng, wek rêveberî, wekî ciwan. Gerek em salvegera şehadeta wî wisa bibînin. Em salekî û nîv, du sal bi hev re man, min nedît ku carekî moralê wî xirab bibe. Wisa bi xebatê xwe ve pir girêdayî bû. Rihê hevaltiyê wî, bi hevalên xwe fikirandin, bi însanên feqîr fikirandin. Li Dêrazor me nîqaş dikir em çawa dikarin alîkariya malbatên herî feqîr bikin. Bi hevalên xwe difikirî ber ku li xwe bifikire. Bi ihtiyacê hevalên xwe difikirî berî ku bi yê xwe bifikire. Hevaltiyekî pir xurt pê re hebû, kîjan heval pê re bû, jê hez dikir. Tu car bi şexsê xwe nefikirî, her tim bi hevalên xwe fikirî. Ihtiyacê manewî û madî jî, her tim ji xwe re pirs dikir ihtiyajê vê hevalî bi çi heye.
PÊŞENGÊ CIWANAN YÊ NETEWA DEMOKRATÎK BÛ
Pêşengekî ciwanan yê herî pêş bû, pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû, yê ku ciwanan dikarin ji xwe re pîvan bigirin. Her tim di xebatê ciwanan de li pêş bû. Em çiqasî biaxivin em nikarin heqê vî hevalî bidin. Ji bo malbata hevalê Hemze em dîsa sersaxiyê dixwazin. Malbat lazim e ji bo vê hevalî serbilind be. Mîrasekî berxwedan û xebat ji me re hişt.


