Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

Edîtor: Nucan Serdoz
11/12/2025 - 11:49
di nav Daxuyanî, Enternasyonal, Giştî, Hemû Nûçeyan, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
“Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- DEM Partiyê encamnameya “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” eşkere kir ku di 6-7’ê Kanûna 2025’an de li Stenbolê hate lidarxistin.

Li Stenbolê di 6-7’ê Kanûna 2025’an de “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” hate lidarxistin û ji 5 parzemînan, ji 19 welatan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên parlamentan weke qiseker an jî temaşevan tevlî bûn.

FIRSENDEKE GIRÎNG

Di encamnameyê de hate gotin, “Wekî beşdarên navneteweyî, em êş, wendahî û wêraniya ku ji ber pevçûna zêdetirî 40 salan li Tirkiyeyê qewimîn, ji kûrahiya dil hîs dikin. Ji bo rawestandina vê êşê, divê pevçûn bi tevahî bi dawî bibe û aştiya mayînde bi peymaneke civakî ya demokratîk bê avakirin.”

Di dewama encamnameyê de hate gotin, “Di vê serdemê de ku gelê Kurd li Tirkiyeyê bi zilm û vederkirinê re rû bi rû ye, em pêvajoya ku bi pêşengiya Birêz Ocalan hatiye destpêkirin wekî derfeteke girîng ji bo gelên Tirkiyeyê dibînin. Digel vê yekê pir girîng e ku ev pêvajo bi awayekî berfirehtir, çêker û encamgir bê meşandin.

ABDULLAH OCALAN NÎŞAN DA KU EW DIKARE PÊŞENGIYÊ JI AŞTIYÊ RE BIKE

Dema ku meylên otorîter û faşîst li seranserê cîhanê zêde dibin, civak hewceyê rêbertiyekê ye ku dikare rêya aştiyê veke. Birêz Ocalan nîşanî civaka navneteweyî daye ku ew dikare li hember tundûtûjiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn hem bi awayekî pratîkî û hem jî bi awayekî rewşenbîrî, rêya aştiyeke mayînde veke. Ji ber vê yekê, em Abdullah Ocalan ne tenê wekî nûnerê gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştî, veguherîna demokratîk û pirrengiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî aktorekî girîng dibînin.

Pêvajoya Aştiyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hat destpêkirin, ji bo rawestandina pevçûnan derfeteke dîrokî ye. Biryara PKKê ya ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî û xwefesihkirinê, ber bi aştiyê ve gaveke wêrek û dîrokî ye. Ev gav ji bo bidawîkirina pevçûn û bêîstîqrariya demdirêj a li herêmê derfeteke mezin pêşkêş dike.

Di demeke wisa de ku li çar aliyê cîhanê şer û pevçûn zêde dibin, biserketina vê pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê, lê di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê jî rênîşander e.

GUHERTINÊN QANÛNÎ MERCÊN JI BO AŞTIYEKE BI RÛMET E

Encamên ji nîqaşên du rojan ên konferansê bi vî rengî hatin parvekirin:

Wekî ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye diyarkirin, em rêziknameyên zagonî yên ku Mafê Hêviyê nas dikin û azadiya Ocalan gengaz dikin, ji bo aştiyeke birûmet wekî şert dibînin. Heta Mafê Hêviyê bê bicihanîn, divê gihîştina berhemên rewşenbîrî yên Ocalan û têkiliya akademîsyen û rewşenbîran bi Ocalan re bê misogerkirin. Divê Girava Îmraliyê ji sembola tecrîdê bê dûrxistin û bibe deriyek ji bo aştî û siberojeke azad a Tirkiyeyê. Axir divê hemû şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê bi tevahî bên rakirin.

JIN DIVÊ XWEDÎ ROLEKE ÇALAK BIN

Em bawer dikin ku divê şer û pevçûn bi rêbazên siyasî bên çareserkirin, diyalog û danûstandin rêya herî guncan e ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde. Li gorî biryara 1325an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, em diyar dikin ku divê jin di danûstandinên aştiyê û pêvajoyên çareserkirina şer de roleke çalaktir bilîzin.

Em nêrîna Abdullah Ocalan dipejirînin a ku diyar dike ku modela netew-dewletê newekheviya civakî, serdestiya li ser bingeha zayendî û wêrankirina jîngehê kûrtir dike û em girîngiya pêşxistina modelên ku beşdariya wekhev ji bo jinan garantî dikin, demokrasiya herêmî xurt dikin û piştgiriyê didin hevjiyana aştiyane ya civakên cuda dupat dikin.

VEGUHERÎNA HIQÛQÎ DIVÊ BI LEZ BÊ NIRXANDIN

Wekî ku di ezmûnên çareserkirina şer ên li çar aliyê cîhanê de jî tê dîtin, bi awayekî lezgîn pêdivî bi veguherîna qanûnî heye. Di vê çarçoveyê de, em bawer dikin ku Tirkiye pêdivî bi peymaneke civakî ya nû û demokratîk heye ku hemû gel, bawerî û nasnameyan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev dihewîne. Peymaneke civakî ku tu beşekê ji civakê veder nake, dê tundûtûjiyê li Tirkiyeyê bi tevahî ji holê rake.

FERASETA NAVENDÎ YA HIŞK DIVÊ BÊ TERIKANDIN

Wekî di mînakên Başûrê Afrîkayê, Îrlanda, Herêma Baskê û Katalonyayê de hatiye nîşandan ku di seranserê konferansê de hatin nîqaşkirin, divê rêbazên hişk û navendî yên ku dibin sedema pevçûnan, bi rêbazên ku yekîtiya civakê çêdikin û tundûtûjiyê ji holê radikin bên guhertin. Modelên rêveberiya herêmî li Tirkiyeyê divê hem di asta siyasî de û hem jî di asta civakî de bên nîqaşkirin. Em diyar dikin ku divê di çarçoveya van nîqaşan de qanûnên ku rêveberiyên herêmî xurt dikin bên derxistin.

YEKÎTIYA EWROPA DIVÊ BI ROLEKE HÎN ÇALAK RABE

Em helwesta erênî ya Parlamentoya Ewropayê destnîşan dikin; lê belê divê Yekîtiya Ewropayê roleke çalaktir û hîn çêker bilîze. Em bi bîr tînin ku eger pêwîst be û bi razîbûna hemû aliyan, Yekîtiya Ewropayê dikare wekî navbeynkar an garantor beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.

GIRTIYÊN SIYASÎ HEMÛ DIVÊ AZAD BIBIN

Encamname bi van gotinan bi dawî bû:

“Ji bo siberoja aştiyê û veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûna aştiyê de, di serî de azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza Kobaniyê û azadiya hemû girtiyên siyasî, ne qenciyek yan tercihek e; ev pêdiviyeke dîrokî û qanûnî ye. Tecrîda giran a ku ji bîst û şeş salan zêdetir e hatiye ferzkirin, bi qanûnên neteweyî û navneteweyî re li hev nake. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî erkên xwe yên di warê mafên mirovan û hiqûqa mirovane de tevbigerin.

Em vê beyannameyê wekî gaveke dîrokî ber bi aştiyeke mayînde ve dibînin û bang li hemû aliyan dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Em ê pêşveçûna pêvajoyê bişopînin û hêviya xwe ya ji bo veguherîneke ber bi civaka demokratîk û berfireh ve bi biryardarî biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Nivîsa Pêş

Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin

Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.