NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Şanda Îmraliyê piştî hevdîtina bi Rêber Apo re ji Îmraliyê vegeriyan.
Cîgira Serokê Parlamentoyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) û endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgûr Erol, parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrın, li Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re civiyan.
Şandeyê piştî serdana Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê serdana xwe ya yekem a giravê kir.
Şandeyê piştî hevdîtinê ji Girava Îmraliyê vegeriya.



