QAMİŞLO – Qamişlo Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Cîzîrê di bin diruşmeya ” Na ji tundiya li ser jinan” turnuveya futbolê lidarxist.
Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Cîzîrê dı çarçoveya çalakiyên 25. Mijdarê turnuveya futbolê ya jinên ciwan lidarxist. Çalakî bi xêr hatina hemû werzişvanan û deqeqî rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê hat destpêkirin. Ser navê Rêveberiya Xweser Hembrîn Elî axivî. Hembrîn Elî da diyarkirin ku di Bakur û Rojhilatê Sûrî rojane têkoşîna li dijî hişmendiya mêrê serdest tê meşandin û hatina tîmekê ji Hums û Latqiyê gelekî bi wateyê.
Koma Karatê ya Ciwanên Qamişlo bi peformansa xwe çalakî da destpêkirin. Hereketên cûr bi cûr hatin pêşkêşkirin.
Turnuveya futbolê bi beşdarbûna Tîma Serdem, Tîma Asayîşê, Tîma Peyman û Tîma Jinên Ciwan ên Sûreyî hat lidarxistin. Tîma Jinên Ciwan ên Sûriyeyê ji Latqiyê û Humsê beşdarî turnuvayê bûne.
Turnuva bi çoşekê mezin derbas bû.



