NAVENDA NÛÇEYAN – Kurdistaniyên ku di bin pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de li Kurplatzê li kantona Lûzernê ya Swîsreyê kom bûn, bi daxuyaniyek çapemeniyê û meşaleyan salvegera 47’an a PKK’ê pîroz kirin.
Di daxuyaniyek çapemeniyê de, hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Luzernê Ercan Güneş diyar kir ku ew salvegera neteweyî ya PKK’ê, ku tevgereke gel e, pîroz dikin û dengê wê gihîştiye bi mîlyonan kesan. Wî wiha domand:
“Em salvegera 47’emîn a damezrandina PKK’ê di 27’ê Mijdarê de pîroz dikin. Em vê rojê wekî Roja Berxwedana Neteweyî pîroz dikin. Tevgera azadiya Kurd, ku di sala 1973’an de bi komek endamên APOYÎ dest pê kir û kongreya xwe ya yekem li gundê Fîs ê Licê bi 23 kesan li dar xist, 47 sal in berxwedanek mezin nîşan daye, ji komekê gihîştiye bi mîlyonan. Em Roja Vejînê li Serok APO, hemû şehîdan, dayikên şehîdan, dayikên aştiyê û hemû gelê xwe pîroz dikin.
Ger em îro li Îmraliyê bi Serok APO re li ser maseya danûstandinan rûniştine, ev bi berxwedanê bû; bi keda şehîdan, bi keda Rêber APO û bi berxwedana gerîlayan bû. Di deh salên dawî de, dewleta Tirk xwestiye ku Kurdan û tevgera azadiya Kurd tune bike, lê berxwedana mezin a gerîla û gelê Kurd ev plan têk bir.” Em ê nirxên ku me anîne vê rojê, şehîdên me, berxwedêrên di zindanan de û gerîlayên ku li çiyayan bi qehremanî şer kirine, qet ji bîr nekin.”
Daxuyaniyê berdewam kir û komkujiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Elewiyan şermezar kir.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ciwan û xelkê Qudistanê pîrozbahiyê bi govendeke helayî bi dawî kirin.



