MARIGNANE – Li navçeya Marignane ya Marsîlyayê, endamên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî bi meşek bi coş û govendan pîroz kirin.
Kurdistanî li meydana Şaredariya Marignane kom bûn û bi meşaleyan meşiyan. Meş, bi alên PKK û HPG û pankartên bi nivîsa “Her tişt ji bo ronahî û azadiyê. Her tişt ji bo azadiya Kurdistanê” û bi dirûşmeyan berdewam kir, ber bi Komeleya Marignane ve çû.
Di dawiya meşê de, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek bêdengî hat girtin, piştre ciwanan daxuyaniyek kurt li ser wate û girîngiya rojê pêşkêş kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku damezrandina PKK’ê û têkoşîna 47 salan bûye sedema vejînê û di encamê de hebûnê. Her wiha hat destnîşankirin ku hilweşandina PKK’ê, digel “Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO di 27’ê Sibatê de, deriyê têkoşînek mezintir vekiriye.
Piştî axaftinan, çalakî bi stran û govendên berdewam kir.
Pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir.



