WAN – Yekîneyên YCWK Wanê bi daxuyaniyek nivîskî ragihandin ku wan duh êvarê Roja Berxwedana Neteweyî bi coşeke mezin pîroz kirin û li taxên Xaçort, Yalımerez, Demiryol, Köyiçi û Seyrantepe yên navçeya Tuşba ya Wanê di heman demê de derketin kolanan.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên YCWK Wan 27’ê Mijdarê Pîroz Dikin
Yekîneyên YCWK Roja Berxwedana Neteweyî bi coşeke mezin li taxên Xaçort, Yalımerez, Demiryol û Köyiçi yên Wanê û li taxa Seyrantepe ya Tuşbayê bi derketin kolanan pîroz kirin.
Em ciwanên welatparêz ên ku beşdarî van pîrozbahiyên watedar ên ku ji hêla yekîneyên me yên Wanê ve di heman demê de hatine lidarxistin bûn, silav dikin.
Bi vê boneyê, em bang li hemî ciwanên welatparêz dikin ku bi awayekî çalaktir erk û berpirsiyariyên ku Rêber Apo dane pêşiya me qebûl bikin û di avakirina Civaka Demokratîk de pêşengiyê bikin.
Wekî ciwanên welatparêz, em dubare dikin ku em ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ti vebijarkek din nas nakin, û em diyar dikin ku bê guman em ê biserkevin.
Bijî Rêber Apo
Bijî 27’ê Mijdar’ê



