NAVENDA NÛÇEYAN-
“Me di Newroza 1973’yan de li Bendava Çûbûke tovek çand; ev di 1978’an de bû şitil, me ve şitlê da axe û me got ‘dive êdî mezin bibe.’ ” Rêber APO
Di nav diyalektîka hebûnê de destpêk û dawî tinene. Guhertin û veguhertin regezên gerdunî ne.
Lê di dawiya salên 1960’î, di destpêka salên 1970’î de rastiya Kurd di bin qirkirin û komkujiyên fîzîkî û çandî de li ber mirinê bû. Di nav pencereyên çar netewdewletan û hezên Moderniteya Kapitalîstê de hatibûn pelçiqandin. Ji ber vê avabûna PKK’ê ne êalakiyekî ji rêzê bû. Ji nav kûrahiya dîroka ve vejînekî netewî bû. Li hermberê fermana mirînê, ciwanên Kurd jiyanekî nû afirand. Û di encama vî berwedana destanî de îro hebûna Kurd rastiyekî çandî û dîrokî yê ku ti kes nikare inkar bike ye. Pêwendiya vê yekê beriya her tiştî bi rabûna Rêbertî heye. Di nava wan şert û mercan de pêkanîna vê pêngavê ne hêsan bû. Rêber APO bi sekna xwe ya îdeolojîk û hişê xwe yê polîtîk astengî ji holê rakir û têkoşîna PKK’ê 50 sal in meşand û gihand vê astê.
Bi vî rengî çandeke nû ya têkoşînê hate afirandin. Bîrdozî û filsofeya jiyanekê bi rûmet û edalet hat pêşxistin. Û li derdora wî, ne tenê gelê Kurd, gelê Tirk û Arab û hemû gelên azadîxwaz ên cihanê kom bûn û bûne parçeyekê ya vê romanê efsunî. Îro civaka Kurd şoreşa xwe ya demokratîk pêk aniye. Bi PKK’ê gelê Kurd ji cihekî biçûkxistinê gihandiye cihekî bi rûmet û serbilindî, bi dilxwaziya xwe ya azadî û demokrasiyê bûye mînak ji cîhanê re.
Taybet jina Kurd di nav şoreşê de şoreşek afrirand. Di nava sîstema civakê de hebûna jinê bi qasî ku tine be kêm bû, hevrêtiyeke rast tine bû û jin timî biçûk dihatin dîtin. Di nava PKK’ê de hate nîşandan ku hevrêtî, bi taybetî hevrêtiya navbera jin û mêr divê çawa be, li ser kîjan bingehan bê avakirin. Rêber APO destnişan kir ku civakbûn li derdora jinê kom bû û sosyalizmê rasteqîn li ser azadiya jinê divê çawa bê avakirin. Îro li Kurdistanê çanda xwedawenda ji nû ve dipişkive û di nav PKK’ê de jin pêşengiya ji tevahiya civaka dike.
Ev hemû deskeftiyên berxwedana PKK’ê ne û bi keda hezaran şehidan hatin bidestxistin. Ew zarokên gelê Kurd ku li pey Rêbertiya xwe berê xwe dan têkoşinê azadiya. Bi her dilopê xwinê ê ku li ser vî axê piroz hatiye rijandin, di serxistina aşitî û civakekî demokratîkê de wateya xwe pêk anî. Ji ber ku li pey wan îro ciwanên Kurd ên welatparez û serfiraz li ser mirasa wan ber bi azadiya dimeşin. Ne xeyalekî binaxkirî, rastiyekî nemirî ye. Ne dawiyek e, piştî bidestxistina hebûna di tekoşîn û rexistinbûne de derbasbûna pêvajoye azadkirine ye.
“Me bi ciwantiya dest pê kir û em ê bi ciwantiya serbikevin” – Rêber APO


