MEXMÛR- Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê, Meclîsa Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Yekîtiya Xwendekarên Azad, li kampê meşek bi meşaleyan hate lidarxistin û dîmenek xweşik afirand. Piştî meşê, ciwanan li dora agir govend gerandin. Di meş û pîrozbahiyê de dirûşmeyên wekî “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan nabe” hatin berzkirin. Pîrozbahiya ciwanan heta derengiya şevê berdewam kir.



