QAMIŞLO – Li Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo pîrozkirina 47’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) meşekî erebeyan li darxist. Bi sedan şêniyên Qamişlo bi coşekê mezin Roja Berxwedana Neteweyî pêşwazîkirin.
Konvoya wesayîtan li hemû bajar geriyan. Ciwanan alên PKK û alên Ciwanên Şoreşger hildan û sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana PKK” berz kirin.



