STENBOL – Yekîneyên YCWK Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew 27’ê Mijdarê Roja Berxwedana Neteweyî li navçeya Arnavutköy pîroz dikin.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên YCWK Stenbolê Pîrozbahîya 27’ê Mijdarê
Yekîneyên YCWK Stenbol’ê Roja Berxwedana Neteweyî bi meşek meşaleyî li navçeya Arnavutköy pîroz kirin.
Damezrandin û pêşketina Tevgera Azadiyê di dîroka têkoşîna gelê me ya ji bo hebûn û azadiyê de xaleke werçerxê ye. Tevgera PKK’ê, ku di şert û mercên ku înkara mutleq lê dihat ferzkirin û polîtîkaya tunekirinê dihat xwestin ku bigihêje encamê de derket ser dikê dîrokê, ev rê berevajî kir.
Dîrokeke ku ber bi têkçûn û wêrankirinê ve diçe, cihê xwe da herikîneke dîrokî ku ber bi serketin û hebûnê ve diçe. 27’ê Mijdarê roja ku ev xala werçerxê ya dîrokî çêbûye ye.
Dema ku em vê roja mezin pîroz dikin, em dizanin ku erkên mezin hîn jî li pêşiya me ne. Bi vê hişmendî û îradeyê, em careke din Roja Berxwedanê ya hemû ciwanên welatparêz pîroz dikin û bang li wan dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferber bibin.
Bijî Rêber Apo
Bijî 27’ê Mijdar’ê


