HESEKE – Bi boneya salvegera 47’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), li taxa Salhiyê ya bajarê Heseke, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan şahiyekî hat lidarxistin.
Şahî bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî wê agir ji aliyê dayikên şehîdan hat vêxistin. Dayikan şehîdan axivîn û 27’ê Mijdarê li Rêber Apo û malbatên şehîdan, gerîlayan û li girtîyên siyasî pîroz kir. Her wiha, kêfxweşiya bi dîtina dîmenê yekemîn ê Rêber Apo piştî 26 salan anî ser ziman û diyar kir ku ewê heya dawî piştgiriya banga Aştiyê û Civaka Demokratîk bikin. Ciwanan axaftina dayikan şehîdan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” pêşxwazî kirin.
Şahî bi girtina dîlanên gelerî derdora agir berdewam bû.



