RİHA – Nûnerên ciwanan ji Herêma Başûrê Kurdistanê di çarçoveya têkiliyên xwe de serdana Amarayê kirin.
Şandeyek ji Herêma Başûrê Kurdistanê, ku ji rêxistinên ciwanan ên Partiya Komunîst a Kurdistanê (KCP) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PASOK) pêk dihat, gihîşt Rihayê. Şandê pêşî serdana Rêxistina Parêzgeha Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) kir.
Nûnerên ciwanan ji Herêma Kurdistanê di çarçoveya têkiliyên xwe de serdana Amarayê kirin.
Şandeyek ji Herêma Kurdistanê, ku ji rêxistinên ciwanan ên KCP û PASOKê pêk dihat, serdana Rihayê kir. Şandê pêşî serdana Rêxistina Parêzgeha Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) kir.
Piştre şandeyê serdana Gundê Amarayê kir, cihê jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di nav beşdarên Amarayê de birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan; Hevserokên Şaredariya Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayılan; Hevserok û berpirsên Navçeya Xelfetiyê ya Partiya DEM; û endamên Meclîsa Ciwanan a Rihayê ya Partiya DEM hebûn. Di civînê de li ser yekîtiya neteweyî û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn. Hate diyarkirin ku endamên şandeyê piştî têkiliyên xwe dê sibê biçin Enqerê, ji bo serdana Îmraliyê serî li Wezareta Dadê bidin û daxuyaniyekê bidin.



