Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li herêmên HTŞ’ê 751 jin hatin qetilkirin an jî revandin

Edîtor: Nucan Serdoz
21/11/2025 - 14:16
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Li herêmên HTŞ’ê 751 jin hatin qetilkirin an jî revandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li jinê ajansa ANHA’yê li gorî daxuyanî û raporên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, “Platforma Kuştina Jinên Sûriyeyî Rawestîne” û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bûyerên binpêkirinê û kuştina jinan ên li herêmênw HTŞ’ê berhev kir.

Ji dema ku Heyet Tehrîr El Şam hat ser desthilatê li Sûriyeyê û heta dema weşandina raporê, 650 kes li deverên di bin kontrola wê de hatine kuştin anku rojane 2 kes têne kuştin û di nava qurbaniyan de 127 jin hene ku li qadê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikumeta demkî de hatin darvekirin, li gorî belgeyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê.

Tenê li Siwêdayê 130 jin hatin kuştin.

Piraniya 520 kuştinên din li Şam û gundewarên wê, Hama, Hums, Lazkiye, Tartus, Idlib û Helebê pêk hatin. Sedemên wan ji teqînên ku ji ber bermahiyên şer, gulebaranên ketober û kuştinên tolhildan an jî mezhebî, ji bilî kuştinên ku ji ber tundiya navmalî û civakî pêk tên.

Tevî vê rewşê jî rêxistinên ku binpêkirinên li dijî jinan belge dikin tune ne, hikumeta veguhêz jî bidestxistina agahiyan asteng dike.

Li bajarên cuda yên Sûriyeyê bi dehan jin û jinên ciwan di rewşên nezelal de hatin revandin. Ji bo wan tu lêpirsîn û lêkolînên ku bikarin aqûbeta wan diyar bikin, nehatin kirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Platforma Revandina Jinên Sûriyeyî Rawestînin, ji Sibata 2025’an ve li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê herî kêm 36 jinên Elewî hatine revandin, temenên wan ji 3 heta 40 salî ye.

Ji van rewşan, 8 bûyerên revandinê bi awayekî zelal û berçav hatine belgekirin, ew jî 5 jin û 3 zarok bûn. Li hemberî vê jî hêzên ewlekariyê tu lêpirsîn nekirin.

Li başûrê Sûriyeyê, li gorî raporên xwecih ên Siwêdayê ji destpêka îsal ve 65 jin hatine windakirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî revandin an windabûna 97 kesan ji Çileya borî ve belge kirin.

Li kêleka tundiya bedenî, jinên Sûriyeyê her tim rastî paşguhkirina siyasî tên. Tevî rola wan a dîrokî di hemû aliyê jiyanê de, lê belê di serdema Baas de ew hatin sînordarkirin û di saziyên rejîmê de tenê bi awayekî şiklî beşdar bibûn.

Piştî ketina rejîmê, jin bi temamî ji qada siyasî ya qonaxa veguhêz hatin dûrixstin.

Di 1949’an de mafê dengdanê ji bo jinan hat dayîn û di 1958’an de ji bo cara yekê derbasî parlamentoyê bûn. Lê tevî wê jî, nûnertiya jinan di parlamentoyê de lewaz bû, rêjeya nûnertiya wan di serdema Baas de ji sedî 6 heta ji sedî 13 bû.

Di hilbijartinên yekemîn ên qaşo “Meclisa Gel” a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji 119 kursiyan jinan tenê 6 kursî bi dest xistin, tevî ku rêjeya jinan a namzetan ji sedî 14 bû. Ev jî ji ber sîstema ne rasterast a hilbijartinan, tunebûna gotaya jinan û zayendperestiyê ye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Li Hezex’ê meclîsa ciwanan a DEM partîyê: “Em ê destûrê nedin madeyên hişber û fihûşê”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Hezex’ê meclîsa ciwanan a  DEM partîyê: “Em ê destûrê nedin madeyên hişber û fihûşê”

Li Hezex'ê meclîsa ciwanan a DEM partîyê: "Em ê destûrê nedin madeyên hişber û fihûşê"

Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo şehîd Ciwan Tehlo bibîranîn

Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo şehîd Ciwan Tehlo bibîranîn

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.