KOBANÊ – Li Kobanê Yekîtiya Xwendekar ên Welatparêz bernemeya belavkirina broşûran lidar xistin. Belavokan daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO û girîngiya çalak bûyina xwendekaran ji bo azadiya Reber APO destnîşan kirin. Bi sedan belavok li dibistanek li Kobanê hatin belavkirin.
Di broşûran de gotinên Rêber APO ên têkildarî azadî, demokrasî û azadiya jinan hatibûn nivîsandin.
Xwendekar gelek kêfxweş bûn û li hewşa dibistanê kom bûn da ku bi hev re belavokan bistînin.
Belavkirina belavokan bi dirûşmeyên piştgiriya daxwaza azadiya fizîkî ji bo Rêber APO, wek “Bijî Serok Apo!” û “Bê Serok jiyan nabe” , bi dawî bû.



