Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ozgur Ronî: Ronahî Amanos di xeta azadiya jin de xwe ji nûve vejîn dikir

Edîtor: Nucan Serdoz
14/11/2025 - 23:00
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet, Video
Reading Time: 15 mins read
A A
Ozgur Ronî: Ronahî Amanos di xeta azadiya jin de xwe ji nûve vejîn dikir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Ozgür Ronî, endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan, li ser Ronahî Amanos, hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku di 15’ê Mijdara sala borî de ji ber krîza dil li nexweşxaneyê ku dehat derrman kirin şehîd ket, axivî. Ronî têkoşîn, kesayetî û mîrateya Ronahî Amanos vegot û gotina Rêber APO a “Her şehîd felsefeyek jiyanê ye” dubare kir.

Ozgür Ronî diyar kir ku Ronahî Amanos di malbateke welatparêz de mezin bû û di temenê xwe yê pir ciwan de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Ronî diyar kir ku Amanos di 14 saliya xwe de tevlî refên YPJ bûye û tekez kir ku wê di navbera salên 2014 û 2019’an de li eniyên pêş ên li dijî DAIŞ û êrîşên dewleta Tirk roleke çalak lîstiye.

“Heval Ronahî di salên herî germ ên şer de ji pozîsyonekê ber bi pozîsyonekê ve bazda, di şert û mercên herî dijwar de berxwedaneke mezin nîşan da.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan diyar kir ku Ronahî Amanos roleke pêşeng lîstiye, bi taybetî di rêxistinkirina jinên ciwan de, û di sala 2020’an de berpirsiyariya xebata Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger girtiye ser xwe.

Ronî kesayetiya Amanos wekî “ne wekî her jineke ciwan a din”, “lêgerîner”, “fedakar” û “bi coş” bi nav kir û got:

“Heval Ronahî qet ji bo xwe rêyeke hêsan negeriya. Wê ya dijwar hilbijart. Wê xwe car bi car ji nû ve ava kir da ku ciwan û jinên ciwan birêxistin bike.”

Axaftina Endama Kordînasyona Komalên Jinên Ciwan Ozgur Ronî bi vi rengî ye:

Bi boneya salvegera yek ji pêşenga Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê Şehîd Ronahî Amanos em tevahî şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bi bir tînin û bêjna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
Disa ji bo şahadeta Heval Ronahî Amanos, malbata heval Ronahî re, tevahî gelê me ya Şehba re û ji bo tevahî rêxistina me ya ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan re sersaxî dixwezin.

Her Şehîdek Felsfeyek Jiyanê Ye
Rêber APO ji bo şehîdan pir tiştan dibêje, blogya me ya esasî jî Rêbertî ye. Ji bo vê jî Rêbertî dibêje her şehîdek felsefeyek jiyanê ye. Em jî di vê çarçoveya de nêzî rastiya şehîdan bibin û xwe bi vê awayî bigirin dest.

Ji bo vê jî gerek em bizanîn em deyinek li ser histê xwe hîs bikin ku em rastiya şehîdan û vegotina heqîqeta şehîdan bikin. Heqîqeta wan di jiyanê xwe de temsîl bikin. Heval Ronahî jî yek ji 50 hezar şehîdên me ya têkoşînê azadiyê. Ji bo vê jî ez wek deynekî histe xwe de hîs dikim ku heqîqatê û rastiya heval bibêjim.

Hûn jî Heval Ronahî ji tevahî ciwanan re bidin nasîn
Hûn jî yên ku heval Ronahî nas dikin. Yên ku bi Heval Ronahî re kar û xebat kirine, têkoşîna heval Ronahî û pêşengtiya heval di nava şoreşê de vebêjin. Tevahî ciwanan re bidin nasîn.
Begûman ji bo vê jî ji bo me jî ya yekemin û ya esas em bi jiyanê xwe bi sekna xwe ya tevlîbûyina rast xwedî li rastiya şehîdan derbikevin. Em ji Rêber APO, ji şehîdên xwe yên ku ji 50 hezar zêdetir in viya fêr bûn.
Heval Ronahî yek ji zarokeke ji gelê me ya welatparêz ya Şehba bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Dayîk û bavê heval Ronahî hin di zarokatiya we de bi hestên welatparêzî re mezin kirin. Ji bo vê jî Heval Ronahî hin di temena xwe ya biçûk de bi 14 saliya xwe, dema Rêber APO tevahî ciwanan ji bo xwedî derketina şoreşê bang kir, Heval Ronahî bi hestên xwe yên welatparêzî ku ji malbatê girtiye, bi van fikrên berpirsyartî destê xwe xist bin barê şoreşê giran. Ji bo vê jî hina di 14 saliya xwe de tevlî nava rêfên YPJ bû. Li vir de di salan herî germ ya têkoşînê, sala herî germ ya şer di navenda Rojeva de, li hemberî hêzek wek DAIŞ Heval Ronahî şer kir. Li hemberî hêzek weke DAIŞ û dewleta tirk ya hovane Heval Ronahî bi hemû hêza xwe di çepera herî pêş de, mevzî bi mevzî şer kir û cih girt. Di van salên germ ya têkoşînê, sala 2014 heta 2019 cihê xwe di çeperên şer digirt û li hemberî dewleta tirk a faşist xwedî berxwedanek mezin bû. Di kesayeta xwe de mîraseyek berxwedanê ya ku ji jina kurd girtiye carek din zindî û berçav kir di kesayeta xwe de.
Ji bo vê jî beguman ser şehîdan axaftin we kêm bibe. Lê hevalên ku nas dikin hene, vegotina wan û bi jiyankirina wan emê bikaribin Heval Ronahî pênase bikin û bidin jiyan kirin. Îdaya me ew e.

Heval Ronahî rengê xwe da xebatê ciwanan û jinên ciwan
Ji bo vê jî 2020 vesaziya Heval Ronahî ji bo xebatê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger A Sûriyeyê dibe. Di demek kin de Heval Ronahî rol û mîsyona pêşengtî li ser xwe bar kir û ji bo vê di demeke kin de di şoreşê de berpirsyartiyên mezin rakir. Rengê xwe da xebatê ciwanan û jinên ciwan. Heval bû xwedî hebûn û kedekî watedar. Mîrasekî pir mezin û bi nirx pey xwe hişt. Ji ber vê divê em xwedî vê mîrase derkevin. Em vê mîrase mezin bikin û kêlî bi kêlî jiyan bikin.
Heval Ronahî wek ti ciwanekî nin bû. Ciwantiya di şexsê Heval Ronahî de , ya ku di şexsê xwe de temsîl kir ne wek ya herkesî bû.

Ji ber hina di destpeke de, ti têkoşîna xwe de ew ne tesaduf de bi temenek ewqas ciwan de ber3e xwe da rêfa têkoşînê. Ji ber ku xwedî kesayetek lêgerîn bû, ti carî nexwest tiştên biçûk serbixe. Ji bo vê jî hin di temene bicûk de bi vê lêgerîna xwe bera xwe da nava têkoşînê azadiyê. Xwe di nava têkoşîna azadiye de dit. Ji ber ku Heval Ronahî vê jiyanê hes dikir, xwe parçe vê jiyanê dikir.

Di xebatên me de xwedî kedek pir giran bûha bû
Em hemû bînin bira xwe tu carî me Heval Ronahî bê moral nedît, ti carî me bê çareserî nedît, nava ewqas zehmetiyan de Heval Ronahî ti carî bi derfet kar kirin ji bo xwe heq nedît. Ji bo vê jî her tim bê teredût û tam berovajî bi derfetên ku hatin avakirin kar nekir, her tim bi sekin ku derfet avadike ji bo xwe tercih dikir û bi vê awayî tevdigeriya. Ji bo vê jî di xebatên me de xwedî kedek pir giran bûha bû. Divê em bizanîn ku li her derê de çawa xebat kiriye. Çawa têkoşîn kir û çawa tevlî jiyanê bû. Her tim bi cos û moral wekê cemê av herikî û bi xwe re da herikandin û meşandin. Ji bo vê Heval Ronahî di nava hemû Hevalan de pir dihat heskirin, di nava jinên ciwan û ciwanan de pir dihat heskirin. Di rihê heval de serkeftin pir somut û berbiçav dihat jiyankirin. Ti çarî kesayetek lewaz ya ku binkeftina jiyan bibe ji bo xwe tercî nedikir. Her tim kesayetek xwedî serkeftin ji bo vê klit bû. Ji bo vê jî kijan kar pêşiya heval bû bi serdixist.

Dema nav kar de jî me her tim Heval Ronahî digêriya, di nava civata me hevalan de jî di nava civata me ya jinên ciwan û ciwanan de jî çav her lê digeriya. Ji ber ku heval Ronahî zanî bû çawa hevaltî bike. Bi rastî jî hemû hewildana we ew bûn. Hevalên xwe temam dikir. Di kar de hevalên xwe jî dianî asta serkeftine. Dema hevalek ji xwe pêşdetir didît, hewil dida xwe bigihine wê, û dem ayek paşde bû destê van digirt û alîkar dibû. Ji bo vê dema em mêze dikin di Heval Ronahî de hestên welatparêzî pir kûr bû. Bi axa xwe we girêdan pir kûr bû. Di demên pir zehmet de pir keş şoreşê berda û jiyanek hesan ji xwe re hilbijart. Lê tam di vê pêvajoyê de Heval Ronahî jiyana herî zehmet hilbijart. Di ve pêvajoyê de ku dema dewleta tirk êrişê şoreşê dikir, xwest şoreş tine bike, di van salan de Heval Ronahî behtir bi cesaretekî meizn kar dikir. Tu carî kaygiyên basit ya Heval Ronahî çênebûn. Tu carî pirsa ez cana xwe bidin jiyan nekir. Ji ber ku ji bo hevalên xwe ji bo axa xwe tişta herî hesan cana xwe dayin bû. Bi vê hestê re her tim tevdigeriya, her tim bi v3e bawerî jiyan kir. Dizanî bû ji bo çi têkoşîn kir şer kir û jiyan kir. Her tim bi vê rihê jiyankir heta ku gihişt asta şahadetê.

Ji bo vê ez dixwezim bîranînek parve bikim. Heval Ronahî div an salên ku herî germ ya têkoşînê bû, keşîfên mirinê, makîneyên mirine ya dewleta tirk tu car ji ezmana Rojava kêm nedibû, Heval Ronahî her tim 24 saet, roj û şevên xwe bê ku tiştek bifikire, bê ku navber bide kar û xebat dikir. Kedekî mezin dida, kedek mezin li hemberî ciwan û jinên ciwan da. Me her tim divê pêvajoyê de ji Heval Ronahî re digot “Keşîf nagihine te, keşif te peyda nake, ji ber ku tu ji keşif zêdetir digerî.” Rastî kesayetek wisa bû ki keşîf zêdetir digeriya û her tim bi vê awayî kar dikir.

Heval Ronahî xwedî nirxê gel derdiket
Rastiya Heval Ronahî fêmkirin vê bibe sedema ku di hemû têkoşîna me de derketinên mezin çêbibin. Disa ez dixwezim behsa tekiliya Heval Ronahî bi gel re bikim. Bi rastî jî zarokê gel bû. Bi rastî dema ji dayîk re got Yade bi vê hestê re tevdigeriya. Ji Efrinê bigire heta Reqa, Şehba, Kobanê, Heseke, Qamişlo, Dêrîk, bê ku tu ferq û cudahî bixe, karê şoreşa mezin an biçûk, hemû erkên şoreşê bi heskirina mezin hilgirt ser milê xwe û pêkanî. Her tim di hewildana vê de bû. Ji bo ku bibe layîqa gelê xwe. Heval Ronahî dizanî bû, bûyina zaroka gelê kurd têkoşînek çawa dixweze. Zanî bû ji bo ku mirov layîqa zarokek rast ya dayîkek kedek çawa lazim dike. Ji bo vê xwedî nirxê gel derdiket, têkîliya wê bi malbatan re di asta jor de bû, her kesî nas dikir, her kesî re tekilî danî bû. Bi her kesî re bi awayekî kollektif re dikarî bû kar bike. Tenê bi ciwan û jinên ciwan re na, dema diket malekî bi zarok, kala we, pirka we û ciwanan we re, bi hemû qîsmê vê malbatê re jiyan dikir û rêxistin dikir. Heval Ronahî dilnizim bû. Di nav gel de pir dihat heskirin. Pivanê we ya heskirinê jora gel nin bû, wek gel jiyan kirin ji bo xwe tercî dikir. Zimanê we a danûsandinê jî gelerî bû. Ji bo vê dihat heskirin di nava gel de.

Xwe ji nûve vejîn dikir di xeta azadiya jin de
Her wiha bi rastî jî her tim hewil da xeta jina azad di xwe de ava bike. Xwe ji nûve vêjîn bike di azadiya jin de. Ji bo vê jî yek ji kadroyên heremî ji kadroyên sîstema modernîteya demokratÎk bû ku herî zêde dixwestdi îdeolojiya rizgariya jin de xwe kûr bike. Bi taybet her tim ji bo vê jî xwe ji bo perwerde pêşniyar dikir. Seknekî bi rêze ji bo xwe qebû nekir. Her tim li pêşengên wek Bişengan, Sarayan û Vejinan mêze kir û wisa meşiya. Her tim hewil da bi kesayeta xwe xwedî mîrateya wan derbikeve. Xwest kesayeta xwe weke ya wan di xwe de ava bike û rastî jî bi vê awayî bû. Armanca wê bi vê rengî bû. Ji bo vê jî keda Heval Ronahî li hemberî jinên ciwan di asta jor de bû, bi saetên jinên ciwan ên kurd, ereb û suriyan guhdar dikir. Ji bo rêxistinkirinê wan bi sebîrekî pir mezin nêz dibû û heta 10 caran kesayeta xwe zivirand rêxistinkirina bi dehan rêxistinbûyina komîna ciwanan û jinên ciwan.

Dema em behsa kesayeta heval Ronahî divê em tiştekî tu carî bîr nekin. Heval Ronahî her tim ji bo xwe bi rexnedayin nêz dibû. Ji bo vê jî bi dehan jinên ciwan û ciwan tevlî nava têkoşînê azadiyê dikir. Heval Ronahî bi rihê xwe bi xwe tevlî têkoşînê azadiye dikir. Ji ber ku dizanî bû ger azadiyê hebe ê di vê rê de di vê tevgera azadiyê de hebe. Ji bo vê jî vê jiyanê hes dikir û wisa tevdigeriya û bi dehan kes rêxistin dikir di nava têkoşînê de.

Weke giştî jî em dixwezin behsa têkoşîna Heval Ronahî bikin. Heval Ronahî Erese destpê kir heta Lubnanan çû. Ji YPJ destpê kir heta xebata Rojhilata Navîn çû, ji bo vê tu carî xebat ne pirsgirêk bû, zeman û mekan ne pirsgirêk bû. Ji ber ku ji Rêber APO, ji fikrê Rêber APO bawer dikir, ji Netewa Demokratîk bawer dikir û her tim bi hemû hewildana têkoşîna xwe, ew hewil da bibe hemwelatiyek azad ya vê netewa demokratîk bi vê awayî ferdekî civakekî azad ya kurd û kurdistanê.

Ji fikrê Rêber APO bawer dikir
Bûyina ciwan yan jî bûyina jin tenê terê nake ku mirov bibe pêşeng. Kengî mirov ji fikrê Rêber APO bawer bike bi vê re xwe nûve ava bike, mirov dikare bibe pêşeng. Ji bo vê jî sira Heval Ronahî di vir de bû, girêdana wê bi Rêber APO re bê dawî bû. Girêdana wê bi şehîdan re bê dawî bû. Ji bo vê dikarî bû ewqas wekî meşekî mina manatorekî di têkoşînê de bimeşe bê ku yek dudilî jiyan bike. Ji bo vê jî ger em dixwezin sira heval Ronahî fêm bikin ya têkoşînê û çawa dikarî bû kesayetek pêşeng di demekê ewqas kin de ava bike, sira wê ewê girêdana wê bi Rêber APO û şehîdan bû. Girêdana bi fikrê Serokat3ı bû, ji bo vê di vê fikrÎ de xwe perwerde kir, avakir û fikir belav kir. Ev fikir zivrandin, jiyanî kir. Ji bo vê jî Heval Ronahî bû felsefeya jiyanê. Serokatî ji bo ku were xwendin, were jiyankirin, pivanê heval Ronahî Rêber APO bû. Ji bo vê jî ger em dixwezin xwedî mîraseya mezin ya şehîdan derbikevin ya heval Ronahî derbikevin, divê em girêdana xwe bi Rêbertî xurt bikin û azadiya fizikî ya Rêber APO mîsoger bikin. Bi banga 27’ê Sibatê Rêber APO pêvajoya nû ya dîrokî destpêkir, em bawerin we jî, ji vê pêvajoye hez û moral girt û xwe di vê pêvajoyê de dît, û we ji nûve heycaneke nû di têkoşînê de bar kir. Bi rastî jî piştî demek ewqas dirêj, piştî 27 salên tecrîd Rêber APO dîtin, dengê Rêber APO bihistin, ji bo me hemuyan moralekî mezin bû. Em bawerin we ji moralek û heycanek mezin girt, bi vê awayî hûn niha têkoşîn dikin û xebat dikin, baweriya me jî ser vê esasî ye.

Dive em bizanîn ya ku dikare herî rast û herî baş dewleta tirk ya dagirker fêm bike, hûn in. Ji ber ku hûn di nava êrişên we de jiyan dikin û berxwe didin, ji bo vê jî hûn gerek vê tenê terker nebînin, em nebêjin şertên karkirinê Rêber APO baş bibe, armanca me ya esasî azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Divê em tu caran xeyalên xwe bi Rêbertiya azzad re jiyan kirinê bernedin. Him mafê me him erka me ew ê. Ger jiyan be divê ji bo vê be, ger rêxistin bê divê ji bo vê be, ger têkoşîn bibe gerek ji bo vê be. Pivana xwedî derketina şehîdan xwedî derketina heval Ronahî pivana xeatên ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO serxistin e, mîsogerkirina azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Ji bo vê em jî carek din li hember Heval Ronahî û tevahî şehîdên şoreşê soza xwe ya bi Rêbertiyek azad di welatek azad de jiyankirin nû dikin. Carek din biyardariya, erka xwe ya pêşengtiy3e didin. Li ser vê esasê em di dawî de silavên û heskirina xwe ya germ ji we re dişînin. Di kar û xebatê we de, erka we ya pêşengtî de serkeftin dixwezin.
Şehîd Namîrin
Şehîd Namîrin
Bijî Serok APO

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan li Şêxmeqsûdê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiyan

Nivîsa Pêş

Salvegera 10’emîn a rizgarkirina Şengalê hat pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Salvegera 10’emîn a rizgarkirina Şengalê hat pîroz kirin

Salvegera 10'emîn a rizgarkirina Şengalê hat pîroz kirin

Ciwanên PYD komxebatekî ji bo bi rêxistinkirina werzişa komînal li darxistin

Ciwanên PYD komxebatekî ji bo bi rêxistinkirina werzişa komînal li darxistin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Demokratîk a Sûriyeyê damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.