Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Harûn Baran: “Şehîd Şahîn Cûdî, ne tenê pêşengê ciwanan bû, pêşengê gelê Rojava bû”

Edîtor: Çekdar Amed
13/11/2025 - 21:13
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 14 mins read
A A
Harûn Baran: “Şehîd Şahîn Cûdî, ne tenê pêşengê ciwanan bû, pêşengê gelê Rojava bû”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîd Şahîn (Fadil Şahîn) yek ji pêşengên ciwan ên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû. Bi kedekî mezin ciwanên hemû pêkhateyan ên herêmê bi rêxistin kir û bû xwe xist dilê her kesî. Şahîn Cûdî tevlî tevgera apoyî dibe û bi taybetî di nav ciwan û xwendekaran de rolekî di avakirina şoreşê de dilîze. Pêşengtiya damezrandina Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk kir û tevlî berxwedana Serdemê li Efrînê bû. Heya dawî xwe tevlî şoreşê kir û di sala 2018 de şehîd bû.

Hevalê wî yê tekoşînê Harûn Baran qala jiyan, kesayet û tekoşîna şehîd Şahîn Cûdî kir û rolê wê yê pêşeng di şoreşê Rojavayê Kurdistanê de anî ser ziman:

“Di serî de ji bo şehîd Şahîn Cûdî, heval Şahîn, em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin, ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêzê re dixwazin, bi taybet ji Rêber Apo, ji tevgera azadiyê Kurdistanê re. Hevalê Şahîn, yek ji hevalekî me ku di destpêka şoreşa me hev du re nas kir û bi hev du re tevlî nava xwebatên şoreşê bibûn. Hinek ji nêz ve ji bo me şansekî bû ku min hevalekî weke hevalê Şahîn nas kir. Di heman demê de erk û berpirsiyarekî mezin û deyndariyekî ku me bi wî hevalê re di nava xebatên şoreşa de bi hev du re me cih girt. Di heman demê de em xwe deyindarên hevalê Şahîn dibînin. Di vî warî, de li ser vê esasî, heta ku em sax bin, em li vê dunyayê jiyan bikin û nefes bigrin em deyndarê hevalê Şahîn in, şehîd Şehîd Cûdî û hevalên şehîd yên wek ê wî her tim. Emê di bin vê deynê de her tim tevbigerin.

MIN DI XEBATÊN ZANÎNGEHÊ DE HEVAL ŞAHÎN NAS KIR

Hevalê Şahîn me çawa nas kir, di despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, wek xebatên zanîngehê, weke hevalên hev ên zanîngehê destpêkê naskirinê me çêbû. Şehîd Şahîn bi vê awayî dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, ji berê de ji xwe ji malbatekî welatparêz dihat, ji kesimekî welatparêz dihat, û bingehekî wî yê xebatê rêxistinî û welatparêzî ji xwe hebû. Li ser wî bingehî, ku di nava xebatên ciwanan de berê tecrûbe û cih girtinekî hevalê Şahîn hebû, tecrubeyekî wî di vî warî de, hem di warê zanebûyînê de, hem di warê xwendinê de, hem di warê siyasî de, hem di warê rêxistinê de, hem jî di warê xebatê ciwanan de, Şehîd Şahîn dema ku şoreşa Rojava dest pê kir, xwedî tecrubeyekî bû bi vî awayî û di destpêka şoreşa rojava de bi vî awayî di nava kar û xebatên de, giraniya kar û xebata wî demê girîngiya kar û xebatê wê demê, çarenûsîbûn, mesîrîbûyn û stratejîkbûna şoreşa Rojava xebatên salên despêkê, bi taybet havîna 2011, demekî wiha pir girîng bû.

Pêvajoyên wiha girîng ên kû weke despêka şoreşa Rojava wilo bi karkirinekê xwezayî û normal ji rêzê ve bi encam nabe, bi ser nakeve. Pêvajoyekî wiha bi kesayetên wilo ji rêzê û normal jî ev pêvajo bi ser nakeve. Di pêvajoyên bi vî awayî rola kesên kû xwe dixin bin bar, rola kesên kû xwedî teciribeyekî ne, xwedî îradeyekî ne, xwedî zanebûyînekî ne, xwedî ji dil bi tempoyekî pir mezin, bi hêzekî pir mezin karkirinê, ew kes di van despêkên wilo de, di van merheleyên bi vî awayî yê çarenûsî de, xwedî rolên girîng in, xwedî rolên diyarker in di vî warî de. Şehîd Şahîn Cûdî yek ji kesên bi vî awayî bû bi rastî jî. Li ser vî esasî, di despêka şoreşa Rojava de, havîna 2011, di bihara wî de, şehîd Şahîn xwe beşdarî vê xebatê kir.

Bi taybet ew eşqa wê demê ya şoreşa Rojava kû dilê hemû ciwanên rojavayê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê dagirtibû ew eşqa şoreşa ku li tevahî Rojhilata Navîn dil û mêjiyê ciwanan girtibû û ne tenê wê eşqa şoreşê, eşqa azadiyê û rizgarbûynê û demokrasiyê, eşqa xelasbûyînê ji dîktatoriyê ji faşîzmê, ji dagirkeriyê, xelasbûyînê vê eşqê ne tenê ciwan girtibûn, di heman demê de ji zarokên 7 salî heta bi pîr û kalan girtibû. Kolanên bajarên rojavayê Kurdistanê ku dagirtîbûn ji zarok û kal û pîran, tevahî kesimên civakê, nîşan û ispatên vê eşqê bûn. Bi vê rihê, vê eşqa azadî, bi vê rihê eşqa şoreşgertî, sekna şoreşgertî û pîvana şoreşgertî, hevalê Şahîn dagirtî eşq, dagirtî hêz, dagirtî coş, dagirtî moral, dagirtî baweriya ku serkeftinên gelekî mezin di demekî kin de wê bên bi destxistin. Bi vê heyecanê, bi vê eşqê, bi vê baweriyê, bi vê enerjiyê, wilo her tim di tevgerê de bû. Kengî te hevalê Şahîn didît, hîn di despêkê şoreşê de, bi vê hemû taybetmendiyên ku min behs kir, bi dagirtî, wer wilo xwe tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir.

ŞEHÎD ŞAHÎN SEKINANDIN NAS NEDIKIR

Li ser vê esasî, şehîd Şahîn sekinandin nas nedikir, arambûyn nas nekir, tempoyê wê tu carî neket. Nêzî 10 salan me hevdû nas kir, di tevahî pêvajoya wan deman de her tim dagirtî ji enerjiyekî ku tempoyê wî nediket, kêm nedibû, xwe beşdarî kar û xebatên şoreşa Rojava kir. Bi giştî ji bo şehîd Şahîn eger em behs bikin, tevahiya dîroka beşdarbûyîna wî ya şoreşa Rojava em dikarin bibêjin kêlî, bi kêlî dagirtî derbas bû, kêlî bi kêlî bi destkeftî û bi encamgirtin ve derbas bû, kêlî bi kêlî bi serkeftin ve derbas bû. Tu kêliyekî ku ji pêvajoya van salên ku şehîd Şahîn xwe beşdarî şoreşa Rojava kir, tu têkiliyê wî wilo normal derbas nebû, li gorî ku em her tim em bi hev re di nava xebatê de bûn şahîdê xebat û têkoşîna vê heval bûn, erkê me ye ku em vê rastiyên şehîd Şahîn bînin ser ziman.

Bi giştî tekoşîna wî dagirtî bû. Hinek bandorên şehîd Şahîn mohra xwe li efsaneya dîroka şoreşa Rojava kirin. Gelek serkeftinên ku di şoreşa Rojava de pêkhatin, mohra kedê heval Şahîn tê de heye, bi taybet di warê xebatê ciwanan de, di avakirina YPG û YPJ de û di pêşengtî ji civaka Rojava re kirin de. Bi taybet ji bo hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên wê, kurd, ereb, aşûr û sûriyanên wî, ji bo tevahî ciwanên Sûriyê jî, xwedî rolekî girîng bû. Ciwanên Rojava û Sûriyê deyndarê ked û tekoşîna şehîd Şahîn Cûdî ne. Erkekî li ser wan hemû ferz dike ku li beramberî mirovên wiha lêheng û qehreman û pêşeng bi erk û rola xwe rabin.

ŞEHÎD ŞAHÎD BI KEDA XWE TÊ NAS KIRIN

Şehîd Şahîn bi keda xwe tê nas kirin, ji Dêrîkê bigire heya hemû herêma Cizîrê, Kobanê, Şehba, Heleb û Efrîn. Şehîd Şahîn bi xwe ji malbatekî welatparêz e, bi xebatên çandinî û bi kedkarî mijûl bûye û di nav de pijiyayî, rabû û mezin bûye. Tevî ku di nav xebatên çandinî û cotkarî de mezin bû, li keleka wê her tim xwendin kir û di xwendina xwe de li pêş û serkeftî bû. Herî dawî li zanîngeha Helebê xwendina xwe dikir, lê dema şoreşa Rojava destpêkir, yek ji gavên girîng ku şehîd Şahîn avêt ew bû ku êdî jiyana xwe ya şexsî dabû milekî. Wek her xwendevan nêz nebû, negot “xwendina min heye, li pêş min pêşerojekî heye, ewqas sal min kedê xwendinê daye, hêviyên malbata min bi min hene, ez tiştekî ji bo wan ava bikim, ez xewnên xwe yên xwendinê bi serbixim”. Çawa ku şoreş destpêkir, firsenda azadbûn û rizgarbûna gel û welatê wî ket dest, wê demê heval Şahîn hemû tiştên xwe yên şexsî danî milekî û biriyara ku bi tevahî xwe bide vê şoreşê da û heya dawî xwe têxe xizmetê gelê xwe da. Heval Şahîn bi hemû hêza xwe xwe tevlî vê pêvajoyê dîrokî kir. Lazim e ev taybet ji bo hemû ciwanên xwendevan bibe mînak.

ŞEHÎD ŞAHÎN LI ZANÎNGEHÊN SÛRIYÊ GERIYA

Şehîd çawa ku weke xwendekarekî zanîngeha beşdarî şoreşê bû, di destpêkê xebatê şoreşê de xwest li ser xwendekarên Rojava û Sûriyê xebat bike, ji ber di ferqa girîngiya rola xwendekaran bû. Dixwest hemû xwendekaran di bin sîwanekî rêxistinî de xwendekarên hemû bajaran kom bike, rêxistin bike, perwerde bike, zana bike, pêşiya wan ronî bike û bi vî awayî wan bixe pêşengên serxistina şoreşa Rojava, pêşengên avakirina sîstema xweseriya demokratîk li Rojava û Sûriyê. Bi vî rengî de şehîd Şahîn rolekî esasî di avakirina Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz di dawiya salê 2011 de lîst. Li zanîngehên giştî yên Sûriyê geriya, li gelek zanîngehên Sûriyê mîna Latkiya, Tartûsê, Heleb, Reqa, herêma Cizîrê, Kobanê, Efrîn, li gelek ji wan konferansan pêk hatin. Heval Şahîn di wan konferansan de beşdar bû û rolekî sereke lîst. Her ku çû rêxistina xwendekaran mezin bû û li gelek bajaran perwerde hatin vekirin da ku pêşengên şoreşê werin ava kirin.

JI DAMEZRANDINA RÊXISTINÊN CIWANÊN SÛRIYÊ RE PÊŞENGTÎ KIR

Şehîd Şahîn di avakirina yekîtiya rêxistinên ciwanên kurdan di Rojavayê Kurdistanê de rolekî sereke lîst. Di salên 2015-2016 şehîd Şahîn rolekî girîng di vê mijarê de lîst, ji ber ku di vê yekê bawer dikir, eger enerjiya ciwanên kurd bike yek, wê bandorekî li ser yekbûna li ser partiyên siyasî jî bike. Li keleka wê, li beramberî çeteyan û hevkarên Barzanî ku dixwestin herêma Cizîrê bixin bin kontrolê xwe, şehîd Şahîn rolekî sereke lîst, di rêxistinkirina ciwanên Rojava ber bi YPG û YPJ ve û avakirina wê. Hemû şervanên YPG û YPJ û gelê Rojava jî deyndarê şehîd Şahîn in. Dema ku hinek herêmên erebî rizgar bûn, weke Til Koçer, Til Hemîs, Çilaxa, Girê Spî, Minbic, şehîd Şahîn pêwîstî dît ku ciwanên ereb li gorî paradîgma Rêber Apo werin rêxistin kirin, bi rêxistinên taybet ê ciwanên ereb. Baweriya wê bi vê proje hebû û di damezrandina wê de rol lîst. Ev rêxistina ciwanên ereb dikarîbû bi hezaran ciwanan ereb li gelek bajaran birêxistin bike.

Gavekî din ku şehîd Şahîn avêt ew bû ku di sala 2018 de, piştî ku gelek rêxistinên ciwanan li herêmê ava bûn, dema ku Hêzên Sûriyê Demokratîk ava bûn, dema Meclîsa Sûriyê Demokratîk ava bû, bingehê Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk ava kir.Şehîd Şahîn karîbû ne tenê ciwanên kurd bike yek, ciwanên suriyan, ereb, ermen, aşûrî hemû bike yek. Di avakirina Partiya Sûriyê Pêşerojê de rolê heval Şahîn hebû, ji bo nav û alên wê, pêşniyarên hevalê Şahîn hebûn.

HETA DAWÎ BI RIHEKÎ FEDAYÎ TEVLÎ BÛ

Heval Şahîn di warê ruhî de çawa bû? Heta dawî bi cesaret dagirtî bû, bi rihekî fedayî di tevahî pêvajoyên şer ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbûn xwe tevlî şoreşê kir. Herî dawî dema dewleta Tirk êrîşî bajarê Efrînê kir, heval Şahîn yek ji van hevalan bû ku berê xwe da Efrîn û di berxwedaniya dîrokî ya Serdemê de cih girt. Dema ku gel mecbûr ma ji Efrîn bikşîne û derbasî Şehba bû, şehîd Şahîn jî bi gel re mabû û di derbaskirina wê pêvajoyê giran de rolekî girîng lîst.

Me heval Şahîn her tim wek pêşeng û nîmûne ji xwe re girt. Dema ku me bi hev re kar dikir, ez pir di bin bandorê taybetmendiyên hevalê Şahîd de dimam. Mînak, tu carî moralê wî xirab nedibû, bê hêvî nediket, her tim baweriya wî bi serkeftinê re hebû. Kedkarekî gelekî mezin bû, çiqas ked dida, nediwestiya. Ji zarokatiya xwe ve di nav kedê de bû, di nav çandiniyê de bû. Tempo û lezê heval Şahîn a karkirinê ne normal bû, ku derê diçû, derdorê wî ciwan bandor dibûn, derdorê xwe hemû dixist tevgerê. Bi wê bandorê xwe ciwanan radibûn ser piyan, ber bi rêxistinbûnê ve diherikiyan. Rihê wî, cesareta wî, mitewazîbûna wî, tempoyê wî, bandorekî li ser me jî çêdikir, û li ser hemû ciwanan.

Yekî ji taybetmendiyên din ên heval Şahîn jêhatîbûna wî bû. Pir zekî bû, pir afrîner bû. Ew projeyên ku min behs kir, di hemûyan de rolê heval Şahîn hebû. Ne tenê di gotinan de, tiştên ku diafirand, tiştên ku di mêjiyê de ava dikir yekser pratîka wî dikir û biserdixist. Çi asteng dihat pêşiya wî, wê ji holê radikir. Ji ber wê rihê heval Şahîn rihekî pêşengtî bû.Di heman demê de di mijarê rêvebirina însanan de hûnermend bû. Hûnera wî ya rêvebirinê pir xurt bû. Çawa pirsgirêkan çareser bike, çawa rêxistin ava bike, çawa rêxistinê birêvebibe, çawa mirovan birêvebibe, çawa mirovan têr bike, çawa mirovan îqna bike.

HEMÛ CIWANÊN ROJAVA DIVÊ ŞEHÎD ŞAHÎN JI XWE RE MÎNAK BIGIRIN

Ji ber wan taybetmendiyan wî, heval Şahîn ji civakê ne cuda bû. Zarokê gelê Rojava bû, zarokê hemû malên Rojava bû. Diket dilê her kesî. Li her mal em bûn şahîd ku hevalê Şahîn çawa têkiliyên bi her kesî, ji zarok heya kal û pîr ava dikir. Taybetmendiyên wî yên hêja dihîştin ku em wî wek wî wek pêşeng bibînin. Şehîd Şahîn ne netê pêşengê ciwanan bû, pêşengê gelê Kurdistanê bû, pêşengê gelê Rojava bû. Mijarê herî giran ji bo min dema heval Şahîn şehîd bû ew bû ku tevgera Apoyî yek ji pêşengên xwe yên pêşerojê winda kir. Ji ber wê bandorekî mezin li ser me kir. Şehîd Şahîn ji bo gelê xwe xwe feda kir, kedê şehîd Şahîn li ser me heye. Şoreşa Rojava jî bi keda wî û bi hezaran şehîdan hat afirandin. Em hemû xwe deyndarê vê kedê dibînin. Hemû ciwanên Rojava divê şehîd Şahîn ji xwe re mînak bigirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekem Konferansa Komunan li Parêzgeha Reqqayê Dest Pê Dike

Nivîsa Pêş

Li Siwêdayê êrîşa bi dronê: 2 ciwan birîndar bûn

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Li Siwêdayê êrîşa bi dronê: 2 ciwan birîndar bûn

Li Siwêdayê êrîşa bi dronê: 2 ciwan birîndar bûn

Komxebata ”LI HEMBER TECRÎDÊ Û TUNDIYA LI SER JINÊ KOM BIBE!”

Komxebata ''LI HEMBER TECRÎDÊ Û TUNDIYA LI SER JINÊ KOM BIBE!''

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.