MÜNSTER – Ciwanên TCŞ Münster bi lez û bez xebatên ji bo meşa mezin a Kolnê didomînin. Ji bilî Münsterê, ciwanan li Rheine, Ibbenbüren, Kinderhaus, û Greven belavok belav kirin. Li kolanên herî qerebalix jî afîş daliqandin. Herwiha Calakvanan li dawetek Kurdan a li herêmê jî belavok belav kirin û her kesî ji bo meşe vexwendin. Li cihen ku bi piranî Kurd lê dijîn jî, belavok di qutiyên nameyan ya xanîyan de hat danin.


