Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rêber APO pênûs diyarî Suryanî û Êzidiyan kir

Edîtor: Nucan Serdoz
07/11/2025 - 13:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Rêber APO pênûs diyarî Suryanî û Êzidiyan kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Alî Ocalan anî ziman ku di hevdîtina li Îmraliyê de Rêber APO du pênûs weke diyarî dane wan ku radestî civakên Suryanî û Êzidî bikin.

Rêber APO ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 31’ê Cotmehê bi malbata xwe re hevdîtin kir.

Xwişka wî Fatma Ocalan, biraziyê wî Alî Ocalan, keça biraziyê wî Alî Ocalan Berfîn Ocalan û Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan tevlî hevdîtinê bûn.

Di vê hevdîtinê de yekemcar Fatma Ocalan piştî 11 salan kekê xwe dît. Rêber Apo her wiha yekemcar keça biraziyê xwe Berfîn Ocalan dît.

Alî Ocalan li ser hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û anî ziman ku hevdîtin li ser daxwaza taybet a Rêber Apo pêk hat.

Alî Ocalan diyar kir ku di ser Mûdanyayê re bi ferîbotê bi rê ketin û piştî 50 deqeyî xwe gihandin Îmraliyê.

Biraziyê Rêber APO Alî Ocalan diyar kir ku di hevdîtinê de Rêber Apo û malbat hestewar bûn û got, “Rewşa wî yıa tenduristiyê baş bû. Bi moral bû, enerjiya wî di cih de bû.”

Alî Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de 2 pênûs diyarî civakên Suryanî û Êzidî kir û silavên xwe ji wan re şand.

Alî Ocalan anî ziman ku Rêber APO dema hat hevdîtinê du qutiyên diyariyê bi wî re bûn û got, “Me nizanîbû di hundirê qutiyan de çi heye. Qutiya destpêkê vekir, pênûsek jê derxist. Pênûs da keça me Berfîn. Bawerim pênûsa wî bû. Ji Berfîn re got, hibir tê de nema ye. Pênûseke xweşik bû. Pênûs dirêjî Berfîn kir û got, ‘Ev ji bo te ye’. Ji qutiyê tesbîhek derxist. Li min nihêrî û got, ‘Di hevdîtina destpêkê de min tesbîhek diyarî te kiribû, vê carê ez ê vê bi xwe re bibim’ û ji qutiyê derxist û xist bêrîka xwe. Qutiya duyemîn vekir, di hundirê wê de jî 3 pênûs hebûn. Rahişt pênûsan û da Omer. Jê re got, ‘Yek ji bo civaka Suryanî ye, ji bo min diyarî wan bike, silavên min ji wan re bibêje. Ya 2’yemîn tu yê bide civaka Êzidî û silavên min li wan bike. Ya 3’yemîn jî tu yê bide şexsiyetekî û silavên min bibêje’.”

Alî Ocalan diyar kir ku wan hevdîtina destpêkê ya bi Rêber Apo re beriya 5 mehan pêk anî bû û got, “Ji hingî ve zehîf bûbû, gelekî enerjîk bû, pozîtîf bû, dikeniya. Ji ber ku dayika min çûbû bi moral bû, ji dayika min re tişt digot û dikeniya. Dayika min jî dema Serok dît gelekî kêfxweş bû, dikeniya. Vê carê dayika min gelekî bi biryar bû, digot, ‘Çi dibe bila bibe divê min bibin, bi destan jî be ez ê ji pêlikan derkevin û biçim’. Dayika min jî hinekî hestewar bû, hev hembêz kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Alî Ocalan destnîşan kir ku divê Rêber APO azad bibe.

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG NRÇ’ê 10 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber APO nîqaş kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber APO nîqaş kirin

Xwendekarên São Paulo’yê paradîgmaya Rêber APO nîqaş kirin

Xwendekarên Hacettepeyê: Em kampusek ewle dixwazin

Xwendekarên Hacettepeyê: Em kampusek ewle dixwazin

Manşet

  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.