WAN – Berxwedana xwendekarên Zanîngeha Wan Yuzuncu Yile ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojin Kabaiş di roja xwe ya 24emîn de berdewam dike. Dema ciwanan ber bi avahiya rektoriyê ve kom bûn û daxwazên xwe ji bo kampusek ewle û zelalkirina doza Rojin Kabaiş anin ziman, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Li gel gefên polîsan ên girtinê, xwendekaran li ber derî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di vê navberê de, rojnamevanên ku hewl didan xwepêşandana xwendekaran bişopînin, bi mertalên polîsan ji kişandina dîmenan hatin astengkirin.
Li bendêbûna xwendekaran berdewam dike.


