WOLFSBURG – Li Wolfsburg (Almanya) endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi daliqandina poster û belavokan raya giştî ser meşa mezin ya 8’ê Mijdarê agahdar dikin.
Calakvana TCŞ’e bi navê Rodîn Çewlîg banga beşdarî meşe kir:
“Em, ciwanên TCŞ-ya Wolfsburgê, bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku beşdarî meşa mezin bibin. Di 8’ê Mijdarê de, em ê li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bimeşin. Werin em hemû bi hev re bimeşin. Werin em ji bo azadiya hemû gelên ku daxwaza azadiyê dikin, di şexsê Rêber APO de bimeşin. Ji ber ku azadiya Rêber APO azadiya hemû gelan e.” Rodîn Çewlîg daxuyani bi gotina “Israra li ser mirovbûnê israra li ser sosyalîzmê ye” ya Rêber APO bi dawî kir.


